Welatiyên ku li ser rêya Humsê hatibûn revandin hatin berdan

3 welatiyên ku li ser rêya Humsê (31`ê Çileyê ) ji aliyê hêzên desthildariya Şamê ve hatibûn revandin, 3`ê Sibatê hatin berdan û îro digihêjin malên xwe.

Welatiyên ku li ser rêya Humsê hatibûn revandin hatin berdan
4 sibat, 2025   16:46
QAMIŞLO

Di 31`ê Çileyê de dema 3 welatiyên ji bajarê Qamişlo yên bi navê Fadî Mihemed Emîn Omer, Lezgîn Salih Ebdî û Nûbar Seîd Cankîr bi malbatên xwe re ji Şamê berê xwe didin bajarê Qamişlo li ser rêya Humsê ji aliyê hêzên desthildariya Şamê ve tên revandin.

Her 3 welatî tevî malbata xwe ji bo tedawiyê bi erebeya xwe ya taybet çûbûn Şamê. Li gorî agahiyên ku malbatên wan dabûn, di dema vegerê de hêzên desthilata Şamê ew li ser benda kontrolê sekinandin. Erebeya wan a taybet û telefonên wan jî desteserkirin.

Li gorî agahiyê malbatê, her 3 welatî 3`ê Sibatê hatine berdan, dê îro bigihêjin malên xwe yên li bajarê Qamişlo.

(ekîb)

ANHA