Pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyî rû bi rû dimînin hatin nîqaşkirin

Jinan li Tebqayê forumeke diyalogê li dar xist û tê de pirsgirêkên herî girîng ku jinên Sûriyeyê rû bi rû dimînin nîqaş kirin.

4 sibat, 2025   17:41
TEBQA

Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi beşdariya zêdetirî 80 jinan ji tevahî bajarên Sûriyeyê, endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeê, Kombûna Jinan a Zenûbiya û nûnerên ji partiyên siyasî forumeke diyalogê li dar xist.

Forum li kefeterya Şems a Tebqayê bi sernavê "Jina Sûriyeyê projeya ronesansa avakirina Sûriyeya aştiyê ye" hat organîzekirin. Di forumê de 2 mijarên sereke hatin nîqaşkirin. Mijara yekemîn li ser astengiyên siyasî û civakî ya li pêşberî jina Sûriyeyê û mijara duyemîn li ser çawaniya parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê hatin nîqaşkirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêr Senûh û dadgera Meclisa Edaleta civakî ya kantona Reqayê Alîf Şêx Mihemed li ser mijarên sereke yên ku jinên Sûriyeyê pê re rûbirû ne axivî û got jin di aliyên diyarkirina aqûbeta xwe de, beşdariya pêvajoya siyasî ya avakirina Sûriyeya nû û beşdariya sazkirina destûrê de rastî astengiyan tên.

Di mijara duyemîn de jî lêkolîner Rinde El Icêlî û cîgira Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim axivî û got ji ber ku Sûriyeyê xwedî pirretnîkî, pirolî û pirrengî ye, divê ev pirrengiya çandî bi rêya berevaniya mafên wan û nedûrxistina wan ji tu pêvajoyeke siyasî ji bo siberoja Sûriyeyê, were parastin.

Piştî her du mijar hatin şîrovekirin, beşdaran nêrînên xwe yên têkildarî mafên xwe, parastina xwe û rêbazên geşkirina wekheviyê di civakê de gotin.

Forum bi encamnameyekê bi dawî bû û ji hêla rêveberiya Komîteya Ragihandinê ya Meclsia Jinan a Sûriyeyê Medya Mudewer ve hat xwendin û wiha ye.

Lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinan ku tê de tevahî jinên Sûriyeyî beşdar bin.

Têkilî bi jinên di girtîgehên rejîma berê de ragirtîbûn re bên danîn.

Veguhestina destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî parêzgehên Sûriyeyê.

Garatniya beşdariya jinan di qonaxa veguhastinê de.

Asta xebata jinan li Sûriyeyê bê bilindkirin.

Parastina pirrengiya çandî li Sûriyeyê.

Beşdariya jinan di nivîsandina destûra Sûriyeya nû de.

Nûnertiya adilane jinan re di tevahî aliyan de.

Hesabpirsîna sûcdarên şer li Sûriyeyê û di Sûriyeya nû de kesên jin qetil kirine neyên qebûl kirin.

Neqebûlkirina fikra Sûriyeya rizgarî digel hebûna dagirkeriya Tirk li ser xaka Sûriyeyê.

(fr)

ANHA