Dewleta Tirk topbaranên dijî gundên Kobanê fireh dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gelek gundewarê rojavayê Kobanê topbaran dikin.

Dewleta Tirk topbaranên dijî gundên Kobanê fireh dike
9 ÇILE, 2025   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên xwe li dijî gundewarê rojavayê Kobanê fireh kir.

Nûçegihan anî ziman ku di van kêliyan de bi çekên giran Mezra Ehmed Munîr, gundên Girê Ibrê, Îlcax, Şêxler, Zormezar, Qere Mezre û Til Xezal ên gundewarê rojavayê Kobanê tên topbarankirin.

(fr)