Belgeya alîkariya Îsraîlê ya ji bo Tirkiyeyê derketin holê

Belgeya alîkariya Îsraîl ya ji bo Tirkiyeyê, di parçeyên SÎHA’yên dewleta Tirk de derketin holê.

Belgeya alîkariya Îsraîlê ya ji bo Tirkiyeyê derketin holê
2 tebax 2024   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê AKP’ê Recep Tayîp Erdogan ku tenê dikare dijminatî û êrişê gelê Kurd bike, bi daxuyaniyên xwe yên vê dawiyê raya giştî dixapîne. Li aliyek Erdogan dibêje, ‘emê êrişî Îsraîlê bikin’, li aliyê din jî alîkariyê ji Îsraîlê werdigire.

Ajansa Rojnews'ê belgeyên ku Îsraîl alîkariya Tirkiyeyê dike, belav dike. Beşek ji parçeyên balafirên bê mirov yên dewleta Tirk, ji aliyê Îsraîlê ve tên pêşwazîkirin.

Duh gerîlayên azadiyê, li navçeya Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê, balafirek bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê. Bi wê balafirê re, gerîlayên azadiyê heya niha 19 balafirên bê mirov û bi çek yên dewleta Tirk xistine xwarê.

Duh piştî me agahiya xistina balafirê parvekir, piştre jî me wêne û dîmenên balafira hatî xistin jî belav kir.

Li gorî wêneyên balafira duh ya dewleta Tirk gihiştine ber destê ajansa me, di nav parçeyên balafirê de, markeyek Îsraîlî jî hebû.

Parçeyek ji wê balafira duh ya dewleta Tirk ya Îsraîlê bû. Beriya niha HPG’ê ragihandibû ku parçeyên balafirên bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker, ji aliyê welatên endamên NATO’yê ve têne dabînkirin.

Tevî hemû delîlan, Erdogan her roj li ser mîkrofonan gef li Îsraîlê dixwe. Di nava çend rojên borî de jî Erdogan gef li Îsraîlê xwar û got; “Eger Tirkiye welatekî bihêz be Îsraîl nikare van tiştên niha bîne serê Filîstînê. Me li Karabag û Lîbyayê çi kir em dê li wan jî bikin.”

Piştî van gotinên Erdogan, beriya çend rojan 4 geştiyên bazirganiyên yên dewleta Tirk gihiştin Îsraîlê. Herwiha bazirganiya Erdogan ya bi Îsraîlê re bi hemû hêza xwe dewam dike.