YPJ: Rizgarkirina hemû jinên êzidî yên dîlgirtî dê erka me be

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an daxuyaniyeke niviskî weşand û diyar kir “Heya ku jinekê êzidî di bin esaretê de be dê rizgarkirina wan erka me be.”

YPJ: Rizgarkirina hemû jinên êzidî yên dîlgirtî dê erka me be
2 tebax 2024   13:55
NAVENDA NÛÇEAYN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi boneya 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’yê Tebaxa 2014’an ya li Şengalê pêk hat, daxuyaniyeke niviskî weşand.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Bi boneya salvegera 10’an a komkujiya Şengalê, em tevahî kesên di vê fermanê de jiyana xwe ji dest da û şervanên ku ji bo pêşî li çeteyên DAiŞ’ê bigirin, bê teredut canê xwe feda kir, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û soza parastina gelê xwe dubare dikin.

Gelê me yê êzidî di dirêjahiya dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû maye. Armanca dagirkeran ew bû ku ol, bawerî, nasname, çand û hafizeya dîrokî ya gelê me yê êzidî ku xwe dispêre heqîqeta jina xwedewand û civaka qedîm a Kurdistanê tune bikin. Lê jin û gelê me yê êzidî bi berxwedaneke mezin bersiva van fermanan dide.

Di dîroka 3’ê Tebaxa 2014’an de hêzên hegemon û desthiladar bi fereseta mêr-dewlet êrîşeke hovane bi rêya çeteyên DAIŞ’ê li ser axa pîroz a Şengalê pêk anîn. PDK bi eşkere gelê êzidî bi komkujiyê re rûbirû hişt û xiyaneteke dîrokî li gelê Kurd kir. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, beşek zêde bi saxî û bi awayekî komî hatin binax kirin. Her wiha bi hezaran jinên êzidî hatin revandin, di bazaran de wek kole hatin firotin. Talan, destdirêjî û qirkirineke mezin pêk hat. Komkujiya Şengalê êrîşek li dijî nirxên civakên resen, baweriyên xwecihî û erdnîgariya Rojhilata Navîn e.

Ji bo ku pêşî li vê komkujiyê were girtin, şervanên YPJ-YPG bi wêrekî û ruheke fedayî derbasî çiyayên Şengalê bûn, korîdora mirovî vekirin û tevî gerîlayên Kurdistanê pêşî li komkujiyeke mezin hate girtin. Bêguman li hemberî planên hêzên desthiladar û siyaseta qirkirinê, di serî de jin, gelê me yê êzidî jî li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo a civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê xwe perwerde kirin, pergala xwe ya rêvebirinê bi rêxistin kirin û hêza xwe ya parastinê ava kirin. Îro em şahidî ji pêvajoyên înşayê û sekna bi rûmet a jinên Şengalî dikin ku êdî bi ti awayî rê nadin fermanên nû.

Di vê pêvajoyê de weke YPJ, me zarokek û 2 jinên din ên êzidî ji esaretê rizgar kirin. Di salvegera komkujiya Şengalê de, xilaskirina van jinan û ew radestê warê wan Şengalê kirin, ji bo me tolhildana herî mezin a ji DAIŞ’ê ye. Wek Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) rizgarkirina jinên êzidî yên ku hîna jî çarenûsa wan ne diyare, em weke erka xwe ya sereke ya exlaqî û mirovî dibînin. Ji bo wê kar û xebatên me yên di vê derbarê de wê her bidomin.

Bi têkoşîneke pir mezin û berxwedaniyê gelê êzidî ji pençê qirkirinê hate rizgarkirin. Lê di roja me ya îro de careke din bi rêya PDK û faşîzma Tirk, çeteyên DAÎŞ’ê li başûrê Kurdistanê hatine bicihkirin. Ev jî xeterî û metirsiyeke cidî ji bo gelê me yê êzidî û tevahî gelê Iraqê ava dike. Êşa ku gelê me yê êzidî û jinan kişandin ji bîra me û civakan neçûye û dê tucar neyê jibîrkirin jî. Lewma divê Jin û gelê Şengalê, her wiha tevahî gelê Iraqê li dijî vê metirsiya heyî rabin û polîtîkaya dagirkerî û îlhaqê bi ti awayî qebûl nekin. Li ser vê bingehê divê tevahî jin û gelê me pêşxistina pergala parastina cewherî ji bo xwe erka jiyanî ya sereke bibînin.

Em careke din fermana xedar a li dijî Şengalê şermezar dikin û em soz didin ku heya jineke êzidî di bin esaretê de be, wê rizgarkirina wan yek ji erkên me yên sereke be. Em bawerin ku asta birêxistinbûn û hevgirtina jin û gelan dê dawî li her awayê polîtîkayên qirkirin û dagirkeriyê bîne.”