Ji Koma Amara strana ‘Hêviyam’ 

Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar straneke nû ya bi navê ‘Hêviyam’ amade kir. Hêvî Gabar 26’ê Tîrmeha 2020’an dema ku ji ber birîndariya xwe tedawî didît, şehîd bû.

Ji Koma Amara strana ‘Hêviyam’ 
2 tebax 2024   10:04
NAVENDA NÛÇEAYN

Koma Amara ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar (Gulistan Aksoy) straneke bi navê ‘Hêviyam’ amade kir. Gotinên stranê ayîdê Firat Baran û Pelşîn Munzûr e, muzîk jî ayîdê Pelşîn Munzûr e. Stran bi wesîleya salvegera 4’emîn a şehadeta Hêvî Gabar hate amadekirin.

Endama Koma Amarayê Xwezan Harûn mîksaj û aranjeya stranê çêkir. Xwezan Harûn diyar kir ku ew ji bo bîranîna şehîd Hêvî Gabar bidin jiyîn, ev stran çêkirin û got: “Heval Hêvî di sala 2015’an de di şerê Serêkaniyê birîndar dibe. Ji bo tedawiyê derbasî Awropayê dibe. Heval Hêvî li Awropayê xwe pir biyanî hîs dike, li wir hevalên wê yên nas jî hebûn, lê belê dixwest ku heta nefesa xwe ya dawî li çiyayên Kurdistanê bi hevrêyên xwe re rûne çayekê vexwe û têkoşîna xwe bidomîne.

Ji bo bîranîna heval Hêvî, me bi heval Firat Baran û Koma Amara re ji bo ku deynê şehîdên xwe bidin, xwest stranekê çêbikin. Em ji bo heval Hêvî û hevalên ku ji bo vê şoreşê bi canê xwe berdêl dayîne, çi bikin wê kêm bimîne. me xwest bîranîna wan bidin jiyîn. Li ser vî bingehî ez car din heval Hêvî û hevalên ku canên xwe feda kirine, bi rêzdarî bi bîr tînim. Em vê stranê diyarî heval Hêvî, hevalên şehîd, hemû hevrêyên ku têdikoşin û gelê xwe dikin. Weke Komara em car din li ber bîranîna hevalên xwe yên şehîd, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”