‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’

Koçberên Efrînê yên li Kampa Serdem diyar kir ku hikumeta Şamê dorpêça li ser herêmê giran dike lê belê bi vê dorpêçê jî nikare berxwedana wan têk bibe.

‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
‘Vîn û berxwedana gel ji dorpêçê xurttir e’
30 mijdar, 2023   04:39
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên ji Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, têkildarî dorpêça hikumeta Şamê ya li ser herêmê ji ajansa me axivîn. Koçberan diyar kir ku berxwedana wan, bi dorpêçê nayê şikandin û têkoşîna wan ji bo vegera li Efrînê ye.

Koçbera bi navê Hesne Hesen diyar kir ku dorpêç nikare vîna wan bişikîne û wiha got: “Zehmetiyên me bi hatina zivistanê re zêdetir dibin. Hikumeta Şamê ji 6 salan ve dorpêçê li ser gel dide meşandin. Nahêle mazot, kehrebe û tupên gazê jî derbasî herêmê bibin. Lê em gelê Efrînê yê li Şehbayê, em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Bi betaniyan em ê xwe ji sermaya zivistanê biparêzin. Tu kes nikare berxwedana gelê Efrînê têk bibe û gelê Efrînê heya vegera li Efrînê têkoşînê dê bidomîne.”

Koçberê bi navê Hesen Ehmed Hesen diyar kir ku berxwedana gel dê dorpêçê têk bibe û wiha got: “Em Kurd in û em ji vî welatî ne. Mafê me jî lê heye û divê dorpêç bê rakirin û em bi aramî bijîn. Bi pelên daran be jî em ê li vir dijîn, ji ber ku berxwedana gel dê vê dorpêçê têk bibe.”

Her wiha koçbera bi navê Eyş Mihemed jî diyar kir ku bi dorpêçê jiyan nayê sekinandin û wiha anî ziman: “Li Şehbayê dorpêç heye û mazot derbas nabe, ne jî gaz heye. Em bi karton û kaxizan agir vêdixin. Heke em mazotê bikirin jî gelekî biha ye. Ji ber zehmetiyên heyî yan jî dorpêça hikumeta Şamê jiyan nasekine. Em li Şehbayê ji bo vegera li Efrînê tê dikoşin.”

ANHA