Hêzên Îsraîl li gundewarên Quneytra û Derayê bi cih bû

6 erebeyên leşkerî yên hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytra û Derayê bi cih bûn.

Hêzên Îsraîl li gundewarên Quneytra û Derayê bi cih bû
11 cotmeh, 2026   10:54
NAVENDA NÛÇEYAN 

Çavkaniyên herêmî agahî da ku 3`ê erebeyên leşkerî yên hêzên Îsraîlê ji deriyê Ebû El Gîsar rêketin û berê xwe dan bajarokê Cimle û Abidîn ên girêdayî herêma El Yermûk a Derayê û ew hêz li herêma El Sewaniyê nêzî gola Abidîn bi cih bû.

Heman çavkaniyan got 3`ê erebeyên leşkerî yên dîtir jî ji heman deriyî ebû El Gîsar berê xwe dan gundê Seyda El Hanût a girêdayî Quneytrayê.

(np)