UNICEFˊê 11 kamyonên alîkariyê derbasî Siwêdayê kirin

Karwaneke din a alîkariyan wekî pêdiviyên tibî, paketên xwarinê û sotemeniyê ku UNICEFˊê pêşkêş kirine, derbasî Siwêdayê bû.

UNICEFˊê 11 kamyonên alîkariyê derbasî Siwêdayê kirin
23 cotmeh, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me ya ji Siwêdayê, diyar kir ku karwanek ji 11 kamyonan pêk tê ku UNICEFˊê şandiye, derbasî Siwêdayê bû. Ji karwanê 9 komyon derman, pêdiviyên tibî û alavên çaksazkirina bîran bûn. Ev pêdivî li navendên bajarê Selxed û bajarokê Zêbên hatin parvekirin. Li kêlek wê jî di karwanê de paketên xwarinê û 55 hezar litir mazot hebûn. 

Derbaskirina karwanên alîkariyan, di çarçoveya kedên ji bo kêmkirina zehmetiyên şêniyan ên mezin, ligel ambargoya ku hêzên hikumeta veguhêz li ser Siwêda û gundewarê wê ferz kirine de, pêk tê.

(fr)