Tulay Hatîmogullari: Divê tecrîd bê rakirin û Îmralî were girtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di mîtînga li Esenyûrtê de axivî û got divê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bê rakirin û Îmralî bê girtin.

Tulay Hatîmogullari: Divê tecrîd bê rakirin û Îmralî were girtin
25 sibat, 2024   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi deh hezaran kes beşdarî “Mîtîna Azadî û Demokrasiyê” ya li Stenbolê bûn.

Di mîtînga bi coş de posterê mezin ê Abdullah Ocalan hate vekirin. Hatîmogullari diyar kir ku tecrîd bandorê li hemû civakê dike û got: “Eger îro ciwanên me koç dikin, nikarin bi hevalek xwe re bên ba hev û aktîvîteyeke civakî û çandî parve bikin, em bizanin ku ciwanên me ne azad in, ew jî di bin tecrîdê de ne.”

Tulay Hatîmogullari qala tecrîda Îmraliyê jî kir ku pirsgirêka hemû gelên li Tirkiyeyê ye.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê ev tişt got: “Gelo ma tecrîda Îmraliyê çareseriyek e? Ji ber ku ev mirovên li vir ji bo tecrîda Îmraliyê bê rakirin li vir in. Pirsgirêka Kurd pirsgirêka welat û erdnîgariya me ye. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke etnîk e, pirsgirêka nasname û statuyê ye. Pirsgirêka Rojhilata Navîn û her çar parçeyên Kurdistanê ye.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê bang kir ku tecrîd bê rakirin û destnîşan kir ku divê pirsgirêka Kurd jî bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û got: “Werin em li Tirkiyeyê bi rêbazên aştiyane û demokratîk pirsgirêkê çareser bikin, em modelekê teşkîlê Sûriye, Iraq û Îranê bikin. Werin em pirsgirêka Kurd li vî welatî bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareser bikin, em yekîtiya gelan pêk bînin.”

Tulay Hatîmogullari bang kir ku Girtîgeha Îmraliyê bê girtin û tecrîd bi dawî bibe û wiha got: “Divê Girtîgeha Îmraliyê bê girtin. Divê sîstema tecrîdê li her qada jiyanê bi dawî bibe. Em hemû bi hev re dikarin jiyaneke wekhev û hevpar ava bikin û em ê ava bikin jî.”

Her wiha Tulay Hatîmogullari qala êrîşên li ser Fîlîstînê jî kir û diyar kir ku eger Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd çareser kiriba, hingê wê bangên wê yên ji bo pirsgirêka Fîlîstînê hîn bi bandortir biba.

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku bi peyamên yekîtî û aştiyê Tirkiye malûvaniyê ji etnîk, kok, bawerî û çandên cuda re dike û ev bang kir: “Em bi dengê xwe yê xurt bêjin aştî, aştî û aştî.”