‘Trump ji pêşniyara dawîn a Îranê ne razî ye’

Berpirsekî amerîkî got Trump ji pêşniyarên dawîn ên Îranê yên bidawîkirina şer ne razî ye.

‘Trump ji pêşniyara dawîn a Îranê ne razî ye’
28 nîsan, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsekî amerîkî got, serokê DYA'yê Donald Trump ji pêşniyara dawîn a Îranê ya bidawîkirina şer ne razî ye, loma hêviyên dîtina çareseriyê lawaz bûne.

Di pêşniyara dawîn ya Îranê de tê xwestin ku nîqaşên li ser bernameya nukleerî ya Îranê werin paşxistin heta ku şer bi dawî bibe û nakokiyên têkildarî keştîvaniyê çareser bibin.

Berpirsê amerîkî ku ji civîna duh a Trump a li gel şêwirmendên wî aghadar e û nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku Trump ji pêşniyara Îranê ne razî ye.

(bb)