Trump biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji Ukraynayê re da

i gorî rayedarekî DYA’yê, Donald Trump biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê daye.

Trump biryara rawestandina alîkariya leşkerî ya ji Ukraynayê re da
4 adar, 2025   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî rayedarekî DYA’yê, piştî nîqaşa di navbera Donald Trump û serokê Ukraynayê Volodimîr Zelenskî de ya roja înê, Trump fermana rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Ukraynayê daye.

Rayedarê ku nexwest navê xwe aşkera bike, da xuyakirin ku alîkarî bi awayekî demkî hatiye sekinandin “da ku tevkariyê li çareseriya pevçûnên Ukrayna û Rûsyayê bike”. Her wiha destnîşan kir ku serok Trump li ser aştiyê disekine û anî ziman ku divê hevkar jî xwe bi vê armancê ve girê bidin.

Ev biryar piştî hevdîtina bi rayedarên payebilind ên Koşka Spî re roja duşemê hat dayîn. Ev biryar alîkariyên leşkerî yên ku nehatine radestkirin jî dihewîne. Cîgirê serokê DYA’yê J.D. Vance diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku Zelenskî piştî ku hevdîtina wî ya bi Trump re xirab bûye, dê di dawiyê de bi Rûsyayê re hevdîtinên aştiyê qebûl bike.

Vance, di hevpeyvîna xwe ya li gel Fox Newsê de diyar kiribû ku Zelenskî red kiriye ku bikeve pêvajoya aştiyê ya ku ji aliyê serokê DYA’yê ve hatiye xwestin. Vance got: “Li gorî min Zelenskî hê ne amade bû û hê jî wisa ye. Lê bawer dikim ku di dawiyê de dê hemfikir bin. Ji ber ku em mecbûr in vê bikin.”

Kremlînê jî daxuyand ku rawestandina alîkariya leşkerî ya DYA’yê ya ji Ukraynayê re dê ji bo aştiyê bibe alîkariyek. Lê hişyarî da ku hewcedariya Rûsyayê pê heye hûrguliyên tevgera Donald Trump werin zelalkirin.