Topbarana artêşa Tirk herêma Cizîrê berfireh dibe

Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundên bajarê kantona Cizîrê bi çekên giran topbaran kirin.

Topbarana artêşa Tirk herêma Cizîrê berfireh dibe
24 ÇILE, 2025   16:58
NAVENDA NÛÇEYAN

 Artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan gundê Xedir El-Hesen ê gundewarên rojhilatê bajarê Til Temirê topbaran dikin.

Artişa Tirk a dagirker di heman demê di saetên sibehê de gundên Um Hermela, Rebîat û Xirbet Şeîr ên başûrê bajarê Zirganê yê kantona Cizîrê bi çekên giran topbaran kirin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.