Tirkiyeyê dersînor kir çeteyan revand

Paneberekî Suriyeyî ku ji Tirkiyeyê hatibû derxistin û ew şandibûn Efrînê, ji aliyê çeteyan ve hat revandin.

Tirkiyeyê dersînor kir çeteyan revand
5 hezîran, 2024   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji bajarê Efrînê ragihandine, çeteyên Cebhe El Şamiye 4`ê Hezîranê kesê bi navê Temam Sefûr (46) ê ji bajarê Humsê revand û ji malbata wî hezar û 500 dolar fîdye xwest.

Heman çavkaniyan dan zanîn ku Temam Sefûr beriya niha wekî penaber çûbû Tirkiyeyê, lê rayedarên Tirk demek beriya niha ew di Deriyê Sînor ê Bab El-Selam ê li Ezazê re derbasî Efrînê kiriye.

Desthilata Tirk duh jî 22 penaberên Sûriyeyî ku nasnameya Tirkiyeyê dabû wan, di Deriyê Sînor ê El Selam re derbasî herêmê kiribûn.

(şx/a)

ANHA