′Diyaloga nîştimanî ji bo hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser erkek e′

Şêx û rûspiyên eşîran diyar kir ku erka nîştimanî li ser hikumeta Şamê ferz dike ku bersiva hewldanên Rêveberiya Xweser a lidarxistina diyalogê bide.

′Diyaloga nîştimanî ji bo hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser erkek e′
14 îlon, 2024   05:10
MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewldanên mezin ji bo destpêkirina diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê dike. Di 18′ê Nîsana 2023′yan de Rêveberiya Xweser beyanameyek ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê ragihandibû û ji bo diyalogê bang li hikumeta Şamê kiribû.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku yekitiya xaka Sûriyeyê û çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê ji bilî yekitiya welat nayên pêkanîn û dabû zanîn ew amade ye bi hikumeta Şamê û tevahî aliyên Sûriyeyê re hevdîtin û diyalogê bike, da ku krîza Sûriyeyê çareser bikin.

Şêx û rûspiyên eşîrên kantona Minbicê diyar kir ku divê hikumeta Şamê serhişkiya xwe berde û berê xwe bide diyalogeke nîştimanî.

Ji rûspiyên eşîra El Bobene şêx Hisên El Maşî got: "Rêveberiya Xweser bi rêya diyaloga navxweyî barê çareserkirina krîza Sûriyeyê hilgirt û hewl dide vê yekê bi diyalogekê bi hikumeta Şamê re çareser bike."

El Maşî wiha domand: "Ger cidiyetek ji hêla hikumeta Şamê ve hebe dê ev yek bandoreke erênî li ser rewşa Sûriyeyê û jiyana sûriyeyiyan bike. Tevahî Sûriyeyên li benda vê yekê ne û dê bi wê re bibe gava destpêkê ya ji bo jinûve tamîrkirina Sûriyeyê."

El Maşî anî ziman ku rûniştina sûriyeyiyan bi hemû beşên wê li ser maseya diyalogê dê bi xwe re têkbirina dagirkeriya Tirk û derxistina dagirkeran ji Sûriyeyê bîne, her wiha dê destên derve di kar û barên Sûriyeyê de bi dûr bixe. El Maş bang li tevahî welatparêzan kir ku diyalogê li dar bixin.

Her wiha ji şêxê eşîra Tey şêx Mihemed Setût got rûspî û şêxên eşîran daxwaza diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê dikin û wiha domand: “Em tu destwerdanên derve naxwazin, divê çareserî ji hundirê Sûriyeyê de be. Dema diyalog an jî hevdîtinên siyasî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de çêbibin dê destwerdana derve û dagirkeriya Tirk bi awayekî dawî werin qutkirin.”

Setût da zanîn ku erka nîştimanî li ser hikumeta Şamê ferz dike ku bersivê bide hewldanên Rêveberiya Xweser ên lidarxistina diyaloga parastina aştiya xaka Sûriyeyê û derxistina dagirkeran dike û got: "Dê ev yek bi tevahî aliyan bandoreke neyênî li ser gelê Sûriyeyê bike."

Ji aliyekî din ve rûspiyê eşîra El Bo Sultan şêx Mahir El Hec Mihemed hêvî kir ku di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de diyalog pêk bê û wiha got: "Em wek xelkê vê civakê û şêxên eşîran bi hêvî ne diyalogeke avaker di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk tê. Divê di diyalogê de girîngiyê bidin derxistina dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyeyê."

Mihemed anî ziman ku dê diyalog cedî ji bo qonaxa bê ya Sûriyeyê, xurtbûna wê ya biratî û hezkirina di nava Sûriyeyiyan de û aştiya li tevahî Sûriyeyê bi xwe re zemînekê bîne.

Mihemed bang li hikumeta Şamê kir ku deriyê diyalogê ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê û dûrxistina tevahî hêzên destwerdanê li Sûriyeyê dikin, veke û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê diyalog zelal be û xwe bispêre berjewendiya gelê Sûriyeyê û parastina xaka Sûriyeyê."

(fr)

ANHA