Tevgerên li Sûriye û Tirkiyeyê nîşaneya rageşiyeke meydanî ne

Ruxmî xîtaba têkildarî pêkanîna aştiyê li Sûriye û Tirkiyeyê, lê tevgerên bifikar û detayên nakok nîşaneyên rageşiyeke meydanî aşkera dikin. Ev nîşane pirsên cidî der barê duristbûna bangên îstîqrarê de derdixin holê.

Tevgerên li Sûriye û Tirkiyeyê nîşaneya rageşiyeke meydanî ne
1 cotmeh, 2025   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan, hewlên bi armanca pêkanîna aştî û îstîqrarê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hene û heta digihêjin Sûriyeyê jî. Di qada siyasî de nîqaşên zêde der barê rêbazên pêkanîna vê armancê de çêbûn. Lê di demekê de bangên destpêkirina pêvajoya aştiya berfireh li herêmê tên kirin, tevgerên dewleta Tirk cihê balkêşiyê ne. Ev jî pirsên der barê cidiyeta xîtaba fermî ya Tirkiyeyê ya têkildarî aştî û îstîqrarê de derdixin holê.

Di civîna Lijneya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ya 30ˊê Îlonê de gelek biryarên rageşiyê hatin dayîn. Lijneyê ragihand "Tu diyardeyên terorê li herêmên cîran nayên qebûlkirin."

Girêdayî mijarê, serokê parlamentoya Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş got ne pêkan e gav di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Abdullah Ocalan di 27ˊê Sibatê de daye destpêkirin, were avêtin, heta çekên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji dest neyên girtin. Ev yek girêdana yekser di navbera pêvajoya siyasî ya li hundirê Tirkiyeyê û ferzkirina şertên ewlehî û leşkerî li herêmên derveyî serweriya xwe de nîşan dide.

Hemwextî van daxuyaniyan, hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bendên axê li derdora taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê çêkirin. Li gorî çavdêran ev gav destpêkirina êrişên leşkerî yên gengaz e. Di heman demê de hikumeta Iraqê jî lêkirina dîwarê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê de dewam dike. Ev hemû gav nîşan didin ku dê li ser herêmê tecrîdek bê ferzkirin.

Girêdayî van kiryaran, komên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ku fermanên xwe ji Enqereyê digirin û li gorî perspektîfên fermî yên hêzên leşkerî, êrişî herêma Dêr Hafirê ya kantona Tebqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Hevçaxî van êrişan çeteyên DAIŞˊê jî ji şerîda çem a ji Reqayê heta bi Dêrazorê êriş pêk anîn. Ev bûyer piştrast dikin ku di navbera çeteyên DAIŞˊê û Enqereyê de, ji bo pêkanîna armancên leşkerî, têkilî heye.

Di vê dawiyê de dewleta Tirk a dagirker komên çete anîn herêmên di bin dagirkeriya wê de, nexasim li eniyên şer ên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve. Ev nîşaneyeke aşkera ya amadekariyên meydanî yên ji bo qonaxeke rageşiyê ya nû ne.

Li gorî van detayan, dewleta Tirk berevajî xîtaba wê ya aştî û îstîqrarê, bi awayekî aktîf amadekariya şerekî nû li dijî herêmê dike.

(fr)