Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin

Yekîneyên artêşa Îsraîlê ku ji 8 wesayîtan pêk dihat, ket gundê Berîqa yê başûrê Quneytîrayê.

Tevgerên Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê dewam dikin
3 ÇILE, 2026   13:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdegaviyên artêşa Îsraîlê di axa Sûriyeyê de dewam dikin.

Hate ragihandin ku yekîneyeke artêşa Îsraîlê ku ji 8 wesayîtan pêk dihat, îro ket gundê Berîqa yê Quneytîrayê.

SOHR’ê diyar kir ku yekîne ji 8 erebeyan pêk dihat û ber bi gundê Berîqa ve çû, bêyî ku xalên kontrolê deyne yan jî lêgerînê bike.

(b)