Partiya Hevbendiya Nîştimanî revandina şêwirmendê xwe şermezar kir

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê revandina şêwirmendê xwe yê berê parêzer Elaedîn Esaf El Xalid li bajarokê Til Hasiê yê dagirkirî şermezar kir û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê silametiya wî ye.

Partiya Hevbendiya Nîştimanî revandina şêwirmendê xwe şermezar kir
3 ÇILE, 2026   14:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê duh ragihandibû ku komeke çekdar parêzer Elaedîn El Xalid li bajarokê Til Hasilê yê dagirkirî revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku Elaedîn Esaf El Xalid şêwirmendê berê yê partiyê bû û revandina wî bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin revandina parêzer Elaedîn bûyî ku der barê wî biryareke qanûnî ya revandinê hebe û bêyî tu tawanan binpêkirina mafê azadî û ewlehiya kesayetî ye, di heman demê lawazkirina rasterast a rêzgeza serdestiya qanûnî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hedefkirina mamoste, parêzer û çalakvanê siyasî yê sivîl Elaedîn ji xebata wî ya rewa ya siyasî û parêzeriyê cuda nine û wekî xetereyekê li ser pîşeya parêzeriyê û xebata siyasî û sivîl hat binavkirin.

Partiyê destnîşan kir ku parêzer Elaedîn Esaf El Xalid 70 salî ye û ji kesên bi temam e û binçavkirina wî xetereyan li ser tenduristiya wî çêdike. Her wiha hişyarî da ku bêparkirina wî ji mafê lênerîna bijîşkî ya pêwîst gefeke rasterast li ser jiyan û bedena wî çêdike ku dighêje asta binpêkirina mafên jiyan û tenduristiyê.

Partiyê îşaret pê kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker tevahiya berpirsyariya qanûnî, siyasî û exlaqî ya jiyana parêzer Elaedîn El Xalid hildigirin.

Partiyê banga serbestberdana bêşert a parêzer Elaedîn El Xalid, aşkerakirina cihê wî û parastina silametiya wî kir.

Partiya Hevendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê di dawiya daxuyaniyê de diyar kir: "Berdewama binpêkirinan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirineke sîstematîk a mafên bingehîn e û hewldanên avakirina dewleta qanûn lawaz dike."

Partiyê da zanîn ku dê xebata siyasî ya aştiyane, parastina maf û azadiyên giştî Ii gorî pîvanên nîştimanî û neteweyî bidomîne.

(b)