Tevgera Goran: Peyama birêz Ocalan wê ji bo çareseriyê bibe destpêkek

Tevgera Goran a Başûrê Kurdistanê banga Rêber Apo bi kêfxweşî pêşwazî kir û hêvî kir ku bang bibe destpêka bidestxistina mafên neteweyî û çareseriyê.

Tevgera Goran: Peyama birêz Ocalan wê ji bo çareseriyê bibe destpêkek
28 sibat, 2025   14:40
NAVENDA NÛÇEYAN 

Tevgera Goran di daxuyaniya xwe de got; "Em peyama birêz Abdullah Ocalan pêşwazî dikin, wê ev peyam ji bo diyaloga siyasî, çareserkirina pirsgirêkan bi awayek durî şer û bikaranîna çekan, bingehek ava bike. Hêvîdarîn hemû hemû alî bi berpirsyarane nêzî peyamê bibin û ev pêngav bibe destpêka çareserkirina pirsgirêkan ya bi rêya siyasî û bi destxistina mafê neteweyî yê Kurdan."