Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye

Rêya sereke ya Til Temir û Serêkaniyê hat vekirin, lê ji ber fikarên ewlehiyê yên berdewam tevgera çûn û hatinê li ser vê rêyê hîna rawestiyaye.

Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye
Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye
Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye
Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye
Tevgera çûn û hatinê li ser rêya Til Temir-Serêkaniyê rawestiyaye
14 nîsan, 2026   13:09
HESEKÊ

Tevî vekirina rêya sereke ya di navbera bajarên ku Til Temir û Serêkaniyê de, trafîk bi tevahî rawestiyaye.

Li gorî nûçegihanê me yê li Til Temirê, şêniyên herêmê niha ji ber fikarên ewlehiyê rê bi kar naynin, bi taybet ji ber hebûna baregeheke leşkerî ya Tirkiyeyê li nêzî rê, li nêzî gundê El Erîşa ku ev yek tevgera çûn û hatinê ya normal sînordar dike.

Rê, Duşemê wek beşeke pêkanîna Peymana 29`ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, hate vekirin.

Hemû bendên kontrolê yên li ser rê hatine rakirin û biryar e xaleke kontrolê ya hevbeş a demkî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve were danîn.

(k)