TEV-DEM'ê sersaxî da malbatên şehîdên Bendava Tişrînê

TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên şehîdên Bendava Tişrînê û got, "Em berxwedana lehengên xwe ku destanên serkeftinê nivîsandine silav dikin û nîşana serkeftinê ji gelê xwe bi hemû pêkhateyên wî re bilind dikin."

TEV-DEM'ê sersaxî da malbatên şehîdên Bendava Tişrînê
9 ÇILE, 2025   22:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh, dewleta Tirk a dagirker konvoya gel a ku berê xwe dabû bendava Tişrînê hedef girt. Di encamê de 3 sivîl şehîd bûn û 15 birîndar bûn.

Girêdayî wê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê sersaxî da malbatên şehîdan û soza şopandina rêya wan dubare kir.

Di daxuyaniyê de fedakarî û lehengiya şervanên ku berxwedaneke bêhempa li Bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin meşandin, hat silavkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de sersaxî ji bo Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û malbatên tevahî şehîdan hat dayîn û soza domandina têkoşînê û pêşîgirtina li hewldanên têkbirina îstîqrara herêmê û gelên wê, hat dubarekirin.

(mh/fr)