Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel

Beşdarên panela diyaloga têkildarî avakirina yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê diyar kir ku ji bo beşdariya xebata avakirina pêşeroja Sûriyeyê pêwîstî bi yekitiya partiyên Kurdî heye.

Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
Têkildarî yekitiya nîştimanî ya Kurdî li Amûdê panel
9 ÇILE, 2025   22:06
QAMIŞLO

Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê û Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyeyê ji bo nîqaşkirina geşedanên herêmê û girîngîdayîna yekrêziya Kurdî paneleke diyalogê li stadyûma Şermola ya bajarê Amûdê li dar xist.

Di panelê de nûnerên partiyên siyasî, şêniyên bajêr, rewşenbîr û rûspiyên eşîran beşdar bûn.

Nûnerê Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyeyê Ehmed Silêman û endamê Komîteya Navendî ya partiyê Masûm Şukrî panel bi rê ve bir.

Di panelê de mijara yekê ya rewşa Sûriyeyê piştî ketina rejîma dîktator û mijara duyê ya pêşeroja gelê Kurd li Sûriyeyê û tevgera wî ya siyasî hatin nîqaşkirin.

Ehmed Silêman diyar kir ku niha ji bo yekbûna partiyên Kurdî firseteke dîrokî ye û çarenûsa wan jî bi vê yekbûnê ve girêdayî ye.

Silêman berxwedana şervanan li eniyan û fedakariya şehîdan silav kir û banga yekbûn û hevgirtinê li partiyan kir.

Masûm Şukrî jî destnîşan kir ku gelê herêmê fedakariya hêzên di eniyên şer de ji bîr nake û bang li partiyên siyasî kir ku yekrêziyê ava bikin, da ku di pêvajoya avakirina Sûriyeya pêşerojê de beşdar bin.

Piştre beşdaran di nîqaşên xwe de girîngî da yekrêziya Kurdî û destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD).

(mh/fr)

ANHA