TEV-DEM'ê kiryarên li perava Sûriyeyê şermezar kirin

TEV-DEM'ê bi daxuyaniyekê kiryarên tundiyê yên li perava Sûriyeyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin û teqezî bi yekbûna xaka Sûriyeyê kir.

TEV-DEM'ê kiryarên li perava Sûriyeyê şermezar kirin
9 adar, 2025   23:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) der barê bûyerên tundiyê yên dawîn ên li dijî Elewiyan li perava Sûriyeyê de ku di encamê de gelek sivîl ji wan jin û zarok bûn qurbanî daxuyaniyek da.

TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ev sûcên li dijî mal û milkên sivîlan, sûcên li dijî nirxên mirovahî û exlaqê ne û bang li civata navneteweyî kir ku bi awayekî lezgîn destwerdanê bike û van sûcên li dijî aramiya herêmê rawestîne.

TEV-DEM'ê bang kir ku pêwîstî bi dîtina çareseriyên adilane heye ku rê li pêş pergaleke nenavendî veke, da ku rêz ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re were girtin, tevahî mezheb beşdarî avakirina Sûriyeyê bibin.

TEV-DEM'ê di daxuyaniyê de teqezî bi yekbûna xaka Sûriyeyê da û bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku dawî li tundiyê bînin û destwerdanên ji derve yên li dijî ewlehî û aramiya Sûriyeyê red bikin, nexasim destwerdana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.

Di dawiya daxuyaniyê de TEV-DEM’ê diyar kir ku ji bo avakirina Sûriyeya nû ya li ser bingeha edalet û wekheviyê ku rûmeta tevahî tê de were parastin, bi awayekî hevbeş bixebitin.

(mh/fr)

ANHA