ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 3 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10- 3 – 2025
10 adar, 2025   02:00

Çîroka Deham Emoka, baweriya bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan nîşan dide û fedekariya Kurdan a ji bo azadiya xwe tîne ziman. Digel hemû dijwarî û çewisandinan jî Deham û malbata xwe bi tevgera azadiyê ve girêdayî man û her tim di wê baweriyê de bûn ku azadî tenê bi têkoşîna berdewam û vîna gel pêk tê.

Di maleke welatparêz de mezin bû, ji zarokatiya xwe ve bi hezkirina şoreşê ve girêdayî bû, ji ber wê jî biryar da ku di rêya şehîdan de bimeşe.  Hezna Ebdê, Jina ku jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir, heta kêliya şehadeta xwe li bendava Tişrînê di refên herî pêş ên berxwedanê de bû.

Hevseroka Desteya Hiqûq û Edaletê Mizgîn Hesen destnîşan kir ku modela hevserokatiyê di heman demê de modela azadiya jinan e û diyar kir ku jin di Rêveberiya Xweser de xwedî roleke mezin in û got “Heke di pêvajoya heyî ya Sûriyeyê de jin cih negirin, dê pergal hilweşe.”

Di van rojan de ku em şahidiyê lê dikin ku guherîna perspektîfê ji bo pirsgirêkên herî mezin çawa rê li ber çareseriyên nû vedike, nîqaşên li ser paradîgmayê jî ji nû ve zindî bûne. Wateya herî sade ya paradîgmayê, perspektîfa nêrînê ye û nîqaşên li ser wê di salên 1970'yî de dest pê kirin û di salên 1990'î de jî her ku çû berbelavtir bûn. Kesên ku hilweşîn û îflasa paradîgmaya kevn îlan kir, ji bo pênasekirina paradîgmaya nû jî têra xwe jêhatî nebûn.

Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û Dîwana Wêje li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pirtûka di Mîhrîcana 7’an a pêşbirka Osman Sebrî ya Wêjeyê de bi ser ketiye şahiya îmzekirinê li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar dixe, (11:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 8’ê Adarê li herêma Çiyayê Kizwanan a kantona Cizîrê şahiyeke gireseyî li dar dixe, (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê bajarê Qamişloyê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos şehîd Beşar Ebdulxaliq Dihêm li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan defin dike, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Sara ya Têkoşîna Dijî Tundiya li Ser Jinan û Komeleya Şawîşka bi boneya 8’ê Adarê li navenda Rêxistina Sara ya li Hîzama Başûrê Qamişloyê paneleke diyalogê li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ji bo şermezarkirina sûcên li perava Sûriyeyê yên li dijî taîfeya Elewî li pêş Dadgeha Qamişloyê daxuyaniyekê didin, (14:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Rêxistina Jinan li Qamişloyê ya Partiya Demoqratî ya Pêşerojê ya Kurdî li Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê û Roja Cil û Bergên Kurdî li hola Zana şahiyekê li dar dixe, (20:00). BI WÊNE Û DÎMEN