TEV-DEM: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye

TEV-DEM’ê bi wesîleya salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir “Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye. Her çend dewleta Tirk a faşîst xwe bixapîne û hêzên navneteweyî doza Rêber Abdullah Ocalan paşguh bikin jî, lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan çareserî çênabe.”

TEV-DEM: Kilîta çareseriyê li Îmraliyê ye
7 cotmeh, 2024   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk têkildarî salvegera Komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

“Di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji derveyî nirxên mirovî û navnetewîey, li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî hate kirin. Di encamê de 15’ê Sibata 1999’an li Îmraliyê hat ragirtin. Ji wê demê ve di navbera têkoşîna azadiyê û pêkanîna aştiyê û çareseriyan ji krîzên Rojhilata Navîn û Kurdistanê re berdewam kiriye.

Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava xitimandinê de ye û mirovahî, gel û niştecihên deverê li ber qeyran û windabûnê ne, ji her demê bêtir azadiya fîzîkî ji Rêber Abdullah Ocalan re xwe ferz dike, anku kilîta çareseriyî li Îmraliyê ye. Her çend Tirkiyeya faşîst xwe bixapîne û hêzên navneteweyî doza Rêber Abdullah Ocalan paşguh bikin jî, lê bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û çareseriya siyasî ji doza Kurdistanê re aramî û aştiyê di deverê de ne pêkan e. Ev 25 sal e Rêber Ocalan di nava tecrîd, îşkence û zextên dewleta Tirk de, ne tenê ji bo gelê Kurd, her wiha ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê dikoşe. Fikir û felsefeya wî bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û li ser asta cîhanê belav dibe. Şerm e ji mirovahiyê re, ji saziyên mafên mirovan û Dadgeha Ewropayê re ku têkoşerekî ji bo aştî û mirovahiyê tê dikoşe, di nava çar dîwarên Îmraliyê de be û kujer û dîktatorên ku gelan qir dikin, behsa wekhevî û demokrasiyê bikin.

Em wek Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dubare bang li gelê me, raya giştî, mafnas, rewşenbîr, saziyên civaka sivîl û demokrasîxwazên cîhanê dikin ku bi têkoşîn û vîna xwe ya aza, dawiyê li vê şanoya hovane bînin û ji bo azdî, wekhevî û demokrasiyê, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikînin û azadiya fîzîkî jê re misoger bikin.”