TEV-DEM: Hikumeta nû ya Sûriyeyê nûnertiya gelan nake

TEV-DEM'ê bang li hêzên nîştîmanî û demokratîk, rêxistinên jinan, NY û hêzên navneteweyî kir ku li hemberî avakirina Sûriyeya pir reng û nenavendî xwedî li berpirsiyariya xwe ya dîrokî derkevin.

 TEV-DEM: Hikumeta nû ya Sûriyeyê nûnertiya gelan nake
31 adar, 2025   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li hemberî hikumeta nû ya desthilata Şamê nîşan da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gavên desthilata Şamê tam wekî yên rejîma Baas in. Nexasim meşandina siyaset û hişmendiya paşguhkirina çand û pêkhateyên din ku ev jî derbeyeke mezin li armanc û hêviyên avakirina welatekî demokratîkên gelê Sûriyeyê da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gavên pêşîn ên şaş ê encamên şaş û bi kareset bînin nexasim di mijarên girêdayî mafên gelan, demokrasî, mafên mirovan û azadiya jinan de û wiha hat gotin: "Ji konferansa serkeftinê de ku tê de komên çekdar ên terorîst beşdar bûne, kongreya diyaloga nîştîmanî ku tê de nûnerên rastîn ên pêkhateyan beşdar nebûn, danezana destûrî ya ku piraniya pêkhateyan û zêdetirî 40 rêxistinên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew red kiriye, heta bi ragihandina hikumeta demkî ku tê de nûnertiya gelan û pêkhateyan bi taybetî nûnertiya Kurdan û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehat kirin, tev wekî şanoyên diyarkirina demokrasiyê wekî yên rejîma Baas bûn. Lê belê van gavan hişmendiya paşguhkirinê ya rêveberiya nû ya Şamê diyar dikin."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta nû hikumeteke yekalî ye û tê de kesayetên cuda tenê bi nav hatine bicihkirin û ew nikare nûnertiya gelê Sûriyeyê bike û Sûriyeya demokratîk û nenavendî ava bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên nîştîmanî û demokratîk, rêxistinên jinan, Neteweyên Yekbûyî (NY) û hêzên navneteweyî hat kirin ku oi hemberî avakirina Sûriyeya purreng, nenavendî û demokratîk xwedî li berpirsiyariya xwe ya rokî derkevin û hat diyarkirin ku hikumeteke ku tê de nûnertiya jinên azad û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê kirin, tenê nûnertiya xwe dike.

(mh)