Malbata Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din Li Îmraliyê Hevdîtin Kirin

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevditina Cejna Remezane çûn Îmraliyê. Malbatan piştî 2 saetan li Îmraliyê hevditin kirin, ji giravê vegeriyan.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din Li Îmraliyê Hevdîtin Kirin
31 adar, 2025   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî demek dirêj Birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, xwişka Veysî Aktaş Sabiha Aslan, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim îro serê sibehê ji bo hevditina Cejna Remezanê çûn Îmraliyê.

 Malbatan piştî li Îmraliyê 2 saetan hevdîtin kirin vegeriyan. Tê payîn di saetên pêş de têkildarî naveroka hevdîtinê agahiyan parve bikin.