Ji Rêber Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim

Rêber Abdullah Ocalan, ev peyam şand: "Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim."

Ji Rêber Abdullah Ocalan peyam: Xwedîderketina li bangê silav dikim
31 adar, 2025   19:50
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin, bi boneya Cejna Remezanê bi malbatên xwe re hevdîtin kirin. Hat zanîn ku birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û biraziyê wî Omer Ocalan, birayê Konar, Alî Konar, birayê Yidirim, Polat Yildirim û xwişka Aktaş, Sabîha Aktaş çûne hevdîtinê.

 PEYAMA OCALAN

 Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî hevdîtinê peyamek parve kir.

 Parvekirina Ocalan wiha ye: "Weke malbatên birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi wesîleya Cejna Remezanê me di 31'ê Adarê de hevdîtin kir. Di serdemeke ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin de, PEYAMA birêz Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve dikim; 'Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim.'"