Ciwanê teslîm nebûye û têkoşiya: Bangîn Subhî

Bangîn li hember rewş û nexweşiya xwe serî netewand û nehişt ew rewş li pêş behreya wî bibin astengî, lê hewl da bi vîn û hêza xwe ya têkoşînê hêviyên xwe pêk bîne.

Ciwanê teslîm nebûye û têkoşiya: Bangîn Subhî
29 nîsan, 2024   06:10
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Ji ber rewşa xwe ya tenduristî û nexweşiya hestî, Bangîn Subhî rojên xwe li ser kursiyê derbas dike. Lê dîsa jî li hember rewş û zehmetiyan serî netewand û bi îradeyek mezin zehmetî derbas kirin.

Bangîn (21) li Helebê ji dayîk bûye. Bi destpêka krîza Sûriyeyê re berê xwe da Efrînê, li wir li dibistanên Rêveberiya Xweser xwend, lê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di 2018'an de tevî malbata xwe vegeriya Helebê.

Bangîn, ji ber nebûna madeya kalsyom di hestiyên wî de ji dayikbûnê ve êşên nexweşiya hestiyan dikişîne. Ew nexweşî ji ber lihevnebûna xwîna dê û bavê wî çêbû.

Xwişka Bangîn jî bi heman nexweşiya Bangîn ketiye. Rumî her tim dermankirin, lê çare nîn e. Xwişka Bangîn di 35 saliya xwe de ji ber nexweşiyê wefat kir.

Ji ber hezkirina ji kamerayê re û hewldana wî ya geşkirina behreya xwe Bangîn di 2021ˊan de, bi alîkariya malbat, hevrê û hin kesên din kamerayek kirî.

Bangîn li ser mejî û rewşên xwe zor kir ku bi pêş bikeve. Di wênekêşiyê de dest bi kişandina wêneyên hevrê û malbata xwe kir û piştre kamera weke rêbazeke dabînkirina pêdiviyên xwe û sivikirina bar li bavê xwe bi kar anî.

Bangîn bi rêya internetê xwe fêrî kamerayê kir. Her wiha li dîmenên çawaniya kişandina wêneyan gerî, da ku xwe bi pêş bixe.

Bangîn got: "Ger min lensên din bi dest xistin ez ê pir kêfxweş bim. Ji ber ku ew ê di pêxistina behreya min de bibe alîkar."

(mh)

ANHA