Têkildarî têgeha ʹnasnameya neteweyîʹ panel

Siyasetmedar û akademisyenan di panela diyalogê ya li ser têgeha ʹnasnameya neteweyîʹ de diyar kir ku ji bo geşkirina nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê bi şêweya wê ya rast, pêwîstî bi zêdekirina lidarxistina panelan, destpêkirin û xebitîna geşkirina çandina tevlêbûna neteweyî heye.

22 cotmeh, 2024   19:47
REQA

Bi rêxistinkirin û vexwendina Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi sernavê ʹTêgeha nasnameya neteweyîʹ li bajarê Reqayê panelek hat lidarxistin. Di panelê de siyasetmedar, çalakgerên siyasî û akademisyen, nûnerên ji Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqa û nûnerên ji tevgerên jinan beşdar bûn.

Di panelê de 2 mijarên girêdayî pênasekirina rast a nasnameyê û nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê bal li ser nêrîna hikumeta Şamê, qaşo Îtîlafa Neteweyî ya Sûriyeyê û çeteyên Tirkiyeyê, nêrîna MSDʹê ji vê têgehê re, çawaniya pêkanîna wê di pratîkê de, xalên bi gotin û kirinan re nankok, hat kişandin.

Di mijaran de behsa çawaniya bikaranîna vê têgehê ji hêla hikumeta Şamê, Tirkiye û çeteyên wê ve li herêmên dagirkirî hat kirin ku ew vê têgehê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin.

Her wiha hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina nasnameya her pêkhateyekê kiriye, heta parastina nasnameya neteweyî ya Sûriyeyê kiriye. Her wiha hat gotin di bendên Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de behsa nasnameya pêkhateyan, nasnameya welat, nêrîna Rêveberiya Xweser ji çareserkirina krîza Sûriyeyê re hat kirin.

Di dawiya panelê de beşdaran gelek nêrîn pêşkêş kirin. Ji wan nêrînan; çanda tevlêbûna neteweyî di fêrkirin û ragihandinê de were geşekirin, ew jî bi rêya derbaskirina madeyan di meteryalên xwendinê û bernameyên dezgehên çapemeniyê de. Li kêlek wê jî panelên diyalogê di navbera partiyan de li ser têgeha nasnameya neteweyî ya giştî werin lidarxistin.

(fr)

 ANHA