Têkildarî statuya YPJ'ê panelek hat lidarxistin

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de panelek li Qamişloyê li dar xist. Di panelê de hate diyarkirin ku divê YPJ wek hêzeke fermî di Wezareta Parastinê de bi cih bibe û mafên jinan di destûrê de werin mîsogerkirin.

14 gulan, 2026   14:47
QAMIŞLO

Di çarçoveya kampanyaya "Em hemû YPJ ne" û "YPJ hebûna me ye" de ku 26'ê Nîsanê ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Rojava ve hate destpêkirin, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paneleke diyalogê li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di panelê de nûnerên rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê amade bûn. Di panelê de girîngiya avabûna YPJ'ê, rola wê di parastina herêmê de û bandorên dûrxistin an paşguhkirina rola wê di pêvajoya pêş de hatin gotûbêjkirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê hevseroka Partiya Nûjen û Demokratîk Heyfa Mehmûd axivî.  Heyfa Mehmûd dîroka jinan di qada leşkerî de vegot û da zanîn ku beşdariya jinan di saziyên parastinê de ne tenê ezmûneke leşkerî bû, lê qonaxeke têkoşîna şikandina qalibê rola jinan di civakê de sînordar dike bû.

Heyfa Mehmûd di dewama şîroveyên xwe de bal kişand ser girîngiya avabûna YPJ'ê û got: "Dema ku şer li Sûriyeyê zêde bû û gefên komên tundraw bi pêş ketin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ava bû. Avabûna vê hêzê ji bo parastina jinan ji paşguhkirin, tundrawî û serdestiya baviksalar gafeke girîng bû. Xebata YPJ'ê di qada leşkerî de sînordar nîn e, lê belê bandor li ser rewşa civakî, çandî û siyasî ya jinan kir. Ji encamên ku ezmûna YPJ'ê bi dest xistine; baweriya jinan a bi xwe û hêza xwe ya rêveberiyê xurt kir. Her wiha  yekdestdariya mêran li ser saziyên leşkerî û ewlehiyê şikand, dîsa jî asta beşdariya jinan di jiyana giştî û siyasî de bilind kir û nêrîna kevnperest a li ser rola jinan di civakê de ye da guhertin."

Di dewama panelê de endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Umer, bandorên neqebûlkirina statuya YPJ'ê di sazumaya parastinê û destûra Sûriyeyê de şîrove kirin.

Emîne Umer bi bîr xist ku YPJ'ê li hemberî komên tundraw sekinî û herêm parastin, ji ber vê yekê nabe were ji entegrasyonê were dûrxistin an paşguhkirin.

Emîne Umer anî ziman ku qebûlkirina fermî ya YPJ'ê wekî hêzeke rêxistinkirî di sazûmaniya wezareta parastinê mafekî rewa ye û hişyarî da ku misogernekirina mafên jinan û rola YPJ'ê di destûrê de, dê rewşa jinan vegerîna beriya şoreşê, ev yek jî xetereyê li ser siberoja beşdariya wan di qadên jiyanê de çêdike.

Beşdaran jî li ser mijarên panelê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin divê sazûmaniyeke nû ya artêşa Sûriyeyê were avakirin ku beşdariya jinan di saziyên parastin û navendên biryardanê de werin mîsogerkirin.

Her wiha hate diyarkirin ku divê kampanyaya piştgiriya YPJ'ê li ser asta cîhanê were berfirehkirin.

(bb)

ANHA