Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê bi hevkariya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sernavê " Bi hev re ji bo avakirina sîstemeke pedagojî ya civakî-perwerdeyî ya hevgirtî" forumeke diyalogê organîze kir.

Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
Têkildarî pêşxistina perwerdê û pedagojiyê foruma diyalogê
10 sibat, 2025   18:56
REQA

Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya nûnerên ji Desteyên Perwerdê û Fêrkirinê yên li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêxistinên Civaka Sivîk û gelek mamoste forumeke diyalogê li dar xist. Forum li hola Mişwar a bajarê Reqayê hat organîzekirin.

Mijara yekemîn a forumê ku li ser "Pedagojiya civakî" bû, ji hêla hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê Leyla Mihemed ve hat birêvebirin. Leyla diyar kir ku perwerdekirin weke pêwîstiyeke civakî bi derketina mirov re dest pê kir. Lê di destpêkê de, beriya derketina saziyên perwerdehiyê, bi rêya teqlîdkirinê pêk dihat."

Leyla wiha domand: "Bi pêşketina civakan re pedagojî weke zanisteke ku girîngiyê dide rêbazên dersdayînê û pêxistina wê, derket."

NÎQAŞÊN DER BARÊ ASTENGIYÊN PERWERDEHIYÊ DE

Der barê mijarê de hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî Meryem Îbrahîm diyar kir ku divê bi rêya perwerdê dîroka rast a herêmê were aşkerakirin, bi taybet piştî hewldanên çewisandina wê ji hêla çeteyên DAIŞˋê û dewleta Tirk a dagirker ve.

Li aliyekî din jî endama Hevgirtina Al El Beyt a Reqayê Meryem Sefer jî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya komên xwe yên tundraw hewlên xwe yên ferzkirina ajandeyên xwe yên perwerdehiyê didomîne.

Her wiha hevseroka Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Dêrazorê Şiroq Betah jî bal kişand ser pêwîstiya pêşxistina rêbazên dersdayînê û xwespartina li rêbazên perwerdehiyê yên herî aktîv.

Şêwirmenda Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Reqayê Rengîn Elî jî got pergala perwerdehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî salên paşguhkirinê, ji sifir de dest pê kir, lê bû modelek ji tevahî çand û pêkhateyan.

ROLA JIN DI PERWERDKIRIN Û CIVAKÊ DE

Di mijara duyemîn a li ser "Jin di dîrokê de û rola wê" de rêvebera Kombûna Jinan a Zenûbiya Asya El Elî axivî û bal kişand ser rola pêşeng a jinê di dirêjahiya dîrokê de, her wiha bal kişand ser rola jinê ya bingehîn di avakirina civaka pêşketî de û got xurtkirina jinê ne hilbijêrek e, lê belê pêwîstiya pêkanîna edalet û wekheviyê ye.

Di nîqaşên li ser vê mijarê çêbûne de, berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa axivî û got perwerde û fêrkirin ji alavên herî girîng ên bihêzkirina jinan e. Her wiha li ser navê Dibistana Farabî ya Reqayê jî Emel Mihemed axivî û got Îslamê hurmet ji jinê re girt û mafên wê dane, divê xebat li ser gihandina dengê jinê ji tevahî cîhanê re bê kirin.

Di dawiya forumê de encamnameyek hat dayîn û ji hêla hevseroka Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya kantona Tebqayê Leyla Mihemed hat xwendin û wiha ye:

Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê di komara Sûriyeya demokratîk de bê misogerkirin.

Pejirandina meteryalên pirzimanî ku nirxên piralî û cihêrengiya çandî nîşan dide.

Tundî û tirs di pergala perwerdehiyê de redkirî ye û ji bo rêbazên teşwîqkirina xwendinê û xwebawerbûnê divê r

Di pergala perwerdehiyê de tundî û tirsandinê redkirî ye û pêkanîna rêbazên motîvasyonê yên li ser bingeha îqnakirin û xwebaweriyê.

Xwespartina meteryalên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke dendika sîstema perwerdeyê li Komara Sûriyeya Demokratîk.

Pejirandina modela demokratîk û ekolojîk û azadiya jinê ji bo pergala perwerdehiyê li Komara Sûriyeya Demokratîk.

Xistina dîroka rast a Sûriyeyê û Rojhilata Navîn di meteryalan de.

Rêzgirtina rola jinan di civakê de û geşkirina hevkariya wê di hemû aliyên perwerdehî, siyasî û aborî de.

(fr)

 ANHA