Li Girê Spî di navbera çeteyan de pevçûnên dijwar

Di navbera 2 komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî yê dagirkirî de pevçûnên dijwar rû dan.

Li Girê Spî di navbera çeteyan de pevçûnên dijwar
10 sibat, 2025   18:59
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyekî xwecihî ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, di navbera çeteyên bi navê "Cebhet El Şamiyê" û çeteyên "Polîsên Leşkerî" de pevçûnên dijwar derketin. Çeteyan çekên sivik û navîn bi kar anîn.

Heman çavkanî got hin welatî ji cihê pevçûnan koçber bûn.

Der barê sedemên pevçûnan û zirarên çêbûne de, çavkanî tu agahî bi dest nexistin.

(fr)

ANHA