Têkildarî fermandarên  şehîd ên Şêxmeqsud sererastkirin

Hatibû diyarkirin ku yek ji fermandarên  Hêzên  Ewlekariya Hundirîn a Taxên  Şêxmeqsud û Eşrefiyê Azad Heleb, şehîd bûye. Lê derket holê ku Azad Heleb birîndar bûye û niha tê dermankirin.

Têkildarî fermandarên  şehîd ên Şêxmeqsud sererastkirin
11 ÇILE, 2026   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Asayîşa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê îro bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku di berxwedana Şêxmeqsud de  Endamê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) û Endamê Fermandariya Giştî Azad Heleb (Wedah Salah Bilal) di 10’ê Çileya 2026’an de şehîd bûne. 

Lê hat  diyarkirin ku fermandar Azad Heleb (Wedah Salah  Bîlal) şehîd  nebûye, di  pevçûnan de  birîndar bûye û niha li  nexweşxaneyê  tê  dermankirin.

Çav li rê ye ku  Fermandariya  Aşayîşa Şêxmeqsud  û Eşrefiyê têkildarî mijarê daxuyaniya  sererastkirinê bide.

(a)

ANHA