Têkildarî dan û standinên Îsraîl û Hemasê pêşveçûnên nû

Çavkaniyan ragihand ku amadekarî têne kirin ku merasîma îmzekirina peymanê di navbera Hemas û Îsraîlê de were lidarxistin.

Têkildarî dan û standinên Îsraîl û Hemasê pêşveçûnên nû
30 tîrmeh, 2026   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji Kanal 13 a Îsraîlî re got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) zextê dike ku Hemas di demeke kin de çekên xwe deyne û rêvebirina Xezayê radestî Hêza Îstiqrara Navneteweyî (ISF) bike. 

Dan û standin li Misirê têne kirin û Tirkiye, Qeter û Misir navbeynkariyê dikin. Her wiha şandeyeke Hemasê bi piştgiriya Misirê dan û standinan dike.

Heman çavkaniyan da zanîn ku di van rojên dawiyê de bi nevbeynkariya Misir û Qeterê di dan û standinan de pêşveçûn heye û niha amadekarî têne kirin ku di rojên pêş de li Misirê merasîma îmzekirina peymanê were lidarxistin.

Her wiha çavkaniyan got hîna di hinek hûrgiliyan de li hev nekirine lê serokê DYA’yê Donald Trump zextê dike ku peyman zû were îmzekirin.

Ji bo çekên Hemasê jî Kanal 13 da zanîn ku dibe ku Hemas qebûl bike çekên wan li şûna radestî deshilata Filistînê bikin, veguhêzin aliyekî sêyemîn.

Ev dan û standin di çarçoveya plana aştiyê de ku Trump danîbû, didomin. Li gorî planê divê alîkariyên mirovî derbasî Xezayê bibin, rêveberiyeke sivîl a Filistînê were avakirin, tevgera Hemas çekên xwe deyne, hêzên Îsraîlê ji Xezayê vekişin û Meclisa Aştiyê were avakirin da ku plansaziyê û Hêza Îstiqrarê ya Navneteweyî bişopîne.

Hemasê heyanî niha bi fermî ranegihandiye ku dê çekên xwe deyne, her wiha Komîteya Niştîmanî ya rêveberiya Xezayê çalak nebûye û êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê didomin. Îsraîlê ragihand ku ji sedî 70’yê Xeza di bin serweriya wê de ye.

Dane nîşan didin ku Xeza ji sedî 64 di bin serweriya Îsraîlê de ye û nêzî 2 milyon filistînî li perava wê dijîn.

Di encama êrişa Hemasê ya li ser Îsraîlê (7 Cotmeh 2023) de, Xeza hate wêrankirin û şêniyên wê di şert û mercên zehmet de dijîn.

(np)