Tehran: Kêmkirina derxistina uranyûmê bi rakirina cezayan ve girêdayî ye

Îranê diyar kir ku ger DYA tevahî cezayên li wê rake, ew amade ye rêjeya derxistina Uranyuma dewlemend kêm bike.

Tehran: Kêmkirina derxistina uranyûmê bi rakirina cezayan ve girêdayî ye
9 sibat, 2026   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Mihemed Îslamî ragihand ku di çarçoveya danûstandinên bi Washingtonê re û ger Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tevahî cezayên li ser wê rakirin, Tehran amade ye rêjeya derxistina uranyuma dewlemend kêm bike.

Ajansa nûçeyan a fermî ya "IRNA" ragihand ku, "Di bersiva pirsek li ser gengaziya kêmkirina uranyûma dewlemend heta rêjeya ji sedî 60 de, serokê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê got ku ew yek bi rakirina cezayan ve girêdayî ye", lê nehat destnîşankirin ku ka tevahî cezayên li Îranê ye, lê tenê cezayên DYAˊyê li ser wê ferz dike ye.

(fr)