TAJÊ encama kampanyaya 8ˊê Adarê dabû destpêkirin, aşkera kir

TAJÊ bi daxuyaniyeke çapemeniyê encama kampanyaya ‘Li dijî qirkirina jinê, bibe dengê xweparastinê’ ku 8’ê Adara îsal dabû destpêkirin aşkera kir.

TAJÊ encama kampanyaya 8ˊê Adarê dabû destpêkirin, aşkera kir
8 tebax 2024   20:30
NAVENDA NÛÇEYAN

8ˊê Adara 2024’an Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî qirkirina jin kampanyayek bi dirûşmeya, ‘Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê’ dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Şengal, Iraq û derveyî welat bi dehan çalakî, hevdîtin û xebat hate meşandin.

Pêngav heya 10’emîn salvegera fermanê 3’ê Tebaxa 2024’an dewam kir. TAJÊ li navenda xwe ya sereke ya Sinûnê encama kampanyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hate xwendin.

TAJÊ pêşî, ji ber tevlîbûn û piştgiriya gelek çalakvan, kesayet û rêxistinên jinan ên li welat û derveyî welat spasî kir û ev peyamê da: “Kampanya ser asta kurdistan, Rojhilata Navîn, Awrûpa, Bakûrê Afrîka û Rûsya ji milê rêxistinên jinan ve rastî piştgiriyek gelek bi hêz hat. Em bi vê tevlîbûna a bi wate û girîng ya jinan gelek kêfxweş bûn. Her rêxistinek jinan ku di vê kampanyê de bûn xwedî ked, em tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ), sipasiya wan dikin. Em wan jinên tekoşînvan û bedew yek bi yek silav dikin, keda wan heya dawî bi nirx û hêja dibînin.”

 ‘DÎROKA ME YA AZADIYÊ BI XWÎNA JINÊN LEHENG TÊ NIVÎSÎN’

Şengalî dazanîn dîroka azadiya jinê bi xwîna jinên leheng ve hatiye nivîsîn û wiha dest bi daxuyaniyê kir: “Pênc hezar salin ji ber zihniyeta baviksalarî qirkirina jin bi rengek pergalî bi rêve diçe. Di kesayeta jinan de civak qirkirinê re derbas dibe. Lê ruxmî zilim, şidet û bê mafiyê, qirîna jinên tekoşînvan û berxwedanvan ji bo jiyanek azad her dem xwedî wateyek dîrokî bûye. Dîroka koletiya jin nehatiye nivîsandin û dîroka azadiya jin li benda nivîsandinê ye. Îro bi felsefa jin jiyan azadî, jin li cîhanê xwedî kedek bi rûmet in. Azadî bê bedel nabe Îro bi ked û xwîna jinên leheneg dîroka azadiya jin tê nivîsandin”

 ‘KAMPANYAYA ME NAVNETEWÎ BÛ’

Sûyam Şengalî dazanîn kampanyaya wan navnetewî bûye û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: “Ji ber qirkirina jinan cîhanî ye, xwezayî xweparastin jî cîhanî ye. Bi armanca tekoşîn û xweparastina hevbeş a jinên cîhanê bighîje yekîtiyek bi hêztir. Me tevgera azadiya jinên Êzidî (TAJÊ) dest bi kampanya enternasyonalîst kir. Kampanya bi dirûşma li dijî qirkirina jin bibe dengê xweparstinê, 8 ê Adarê roja jinên cîhanê despêkir heya 3. 8 roja salvegera fermanê a sala 2014 an li ser civaka Êzidî, dewam kir.”

 ‘HÎN JÎ QIRKIRINA JIN DEWAM DIKE’

Di beşa dawî de jî Sûham Şengalî dazanîn kampanyaya wan bi dawî bibe jî, hîn qirkiria jinan dewam dike û got: “Dibe ku kampanya bi dawî bû lê hîna heya vê kêliyê jin rastî kuştin, xwekuştin, darve kirin rastî her cure şidetê tên. Ev tê wê wateyê ku qirkirin dewam dike, tê wateya wê tekoşîna me ya xweparstinê ji bo jiyanek wekhev û demoratîk her dewam bike. Pêwîste bi tekoşîn, yekîtî û berxwadana hevbeş a jinan em guhê deshilatdara kun bikin û textê deshiatdariyê hilweşin in. Bila cîhan bizane hêza herî mezin yekîtiya jinane, ev yekîtî wê zihniyeta ku bi kuştina jin jiyanê dikuje parça parça bibe, dawî lê were. Mafê her mirovek, her jinekê heye ku azad jiyan bike ji bo wê çi dibe bila bibe û bedel çi dibe bila bibe, em di wê bawariyê de ku bi felsefa jin jiyan azadî ya Rêber APO. Her wiha bi yekîtiya tevahî jinên enternasyonalst emê dawî li qirkirina jinan bînin û teqez emê bi ser bikevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bimre Zêhniyeta qirker,’ ‘Bijî Têkoşîn û berxwedana jinan’