Dagirker gundekî Girê Spî topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundewarê rojavayê Girê Spî yê dagirkirî bi çekên giran topbaran dikin.

Dagirker gundekî Girê Spî topbaran dikin
2 adar, 2025   21:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Şemsîn ê li gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê dagirkir ye, bi çekên giran topbaran dikin. Lê der barê ziraran de tu agahî bi dest neketin.

Beriya çend saetan jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Telhma yê bajarê Sirînê yê başûrê Kobanê topbaran kir.

(fr)