Sûriye û bandorên şerê li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê cih dan rewşa bejahiya Idlib, Hema û Helebê, tevgera hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn û şerê Xezayê û bandora wê li ser herêmê.

Sûriye û bandorên şerê li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
8 mijdar, 2023   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Wetan a hikumeta Şamê der barê geşedanên li gundewarên Idlib, Hema û Helebê de nûçeyek parve kir. Di nûçeyê de bal kişand ser armancên êrişên hikumeta Şamê yên li dijî gundewarên Idlib, Hema û Helebê bi taybet Çiyayê Zawiyê û Sehl Xab û hat gotin: “Armanca êrişan ew e ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi rêxistin nekin û êrişên mîna ya li djiî Dibistana Leşkerî ya Humsê carek din pêk neyên.”

'HÊZÊN AMERÎKA HEWL DIDE RÊ LI PÊŞIYA SURPRÎZÊN NEXWEŞ BIGIRE'

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser tevgerên Amerîkayê li Rojhilata Navîn. Di nûçeya rojnameyê de hat desntîşankirin ku Amerîka bi xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî, bicihkirina firokhilgir û noqaran li Rojhilata Navîn dixwaze şerê navbera Hemas û Îsraîlê sînordar bike û rê li pêşiya belavbûna şer û “surprîzên nexweş” bigire. Li gor rojnameyê, ev bi xwe dê bi awayekî nerasterast hegemoya Rûsya li herêmê kêm bike.

NÎŞANEYÊN NAKOKIYÊN ÎSRAÎL Û AMERÎKAYÊ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da şerê li Xezayê. Di nûçeya rojnameyê de hate diyarkirin ku li ser roja duyemîn a piştî şerê li dijî Hemasê, nakokî di navbera Amerîka û Îsraîlê de derketin û hat diyarkirin: “Di demekê de ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî got welatê wî dê berpirsyariya ewlehiya giştî li Xezayê heta demeke nediyar bigire ser xwe, Amerîkayê bilez destnîşan kir ku ew li dijî jinûve dagirkirina Zivala Xezayê ye.”

HELWESTA SIÛDIYÊ LI HEMBER ŞERÊ XEZAYÊ

Tora El Hura jî di raporeke xwe de behsa helwesta Erebistana Siûdî ya li hember geşedanên li Xezayê kir. Di raporê de hat gotin ku êrişa Îsraîlê ya li dijî Xezayê Mîrzayê Siûdiyê Mihemed Bin Selman dixe rewşeke  zehmet. Hat bibîrxistin ku Amerîka û Ewropa, Siûdiyê dehf didin ku piştî Hemasê roleke pêşeng li Xezayê bilîze, komên xwecih û herêmî jî bang li Riyadê dikin ku piştgiriya Filistîniyan bi awayekî çalaktir bike. li gorî rojnameyê, welatên rojavayî jî şerê domdar ê Xezayê wek firsendekê dibîne ji bo ku nexşerêya siyasî ya Rojhilata Navîn ji nû ve xêz bike yan jî rêz bike.

(şx/c)