`Erdogan şerê Xezayê ji bo hilbijaritnên şaredariyan îstismar dike`

Lêkolerê kar û barên Tirkiyeyê Dr.Osama El Seîd got guhertina di xîtaba Erdogan a li hember Xezayê de çêbûye, tenê ji bo ku kolana Tirkiyeyê razî bike nemaze hilbijartinên şaredariya nêz bûne. Di heman demê de destnîşan kir ku tevî propagandaya Erdogan jî, lê têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê hîna berdewam in.

`Erdogan şerê Xezayê ji bo hilbijaritnên şaredariyan îstismar dike`
8 mijdar, 2023   09:51
QAHÎRA 
MUHSIN EL MISIRÎ

Ruxmî gûrbûna şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, helwesta Tirkiye li hember wî şerî bi awayekî mezin hate guhertin.

Di çend rojên pêşîn ên şer de, Erdogan tune bû û tenê li ser hesabê xwe yê X`ê, dauxyaniyên kurt dan. Li hember vê helwesta Erdogan alîgirên wî bêhêvî û şaş man.

Bi gûrbûna şer re, hêrsa kolana Tirk û paytextên îslamî li dijî Îsraîlê zêde bû. Erdogan ritma xîtabê xwe guhert. Vegerî xîtabên xwe yên berê ku jê re baş in û pê bala alîgirên xwe li seranserî cîhanê dikişîne.

Li gor çavdêran, xîtabê dawî yê Erdogan ku êriş Îsraîlê kir û piştgiriya Hemasê kir, tenê guhertineke devkî ye beyî ku di piratîkê de girtekên berçav bigire. Ji ber wê, ew tenê dixwaze Xezayê bi kar bîne û berjewendiyên siyasî bi dest bixe.

BÊHÊVÎ Û ŞOK

Lêkolerê ji misirê yê kar û barên Tirkiyeyê Osama El Seîd têkildarî mijarê got: “Guhertineke mezin di xîtaba siyasî ya Tirkiyeyê de li hember Xezayê heye. Helwesta yekemîn a Tirkiyeyê piştî 7`ê Cotmehê, ji bo alîgirên Erdogan ên li herêma erebî, bêhêvî bû. Ew li bendê bûn ku serokkomarê Tirk helwesteke ji vê xurttir nîşan bide.”

El Seîd wiha domand: “Erdogan di rojên pêşîn ên şer de, helwesteke bêalî nîşan da. Xwest navbeynkariyê di navbera her du aliyan de bike. Ji bo gelekan ev helwest ji aliyê Tirkiyeyê ve, bêhêviyeke diyar bû nemaze ku beriya çend hefteyan li Enqereyê civînek hate lidarxistin û di civînê de serok Ebû Mazin û serokê tevgera Hemas Îsmaîl Heniye jî hebûn. Wî dixwest bikeve xeta dosyaya Filistînê. Lê va ye helwestên neyînî û ji ya ku alîgirên wî jê hêvî dikirin, nîşan dide.”

LI PIŞT GUHERTINÊ ÇI HEYE?

El Seîd wiha domand: “Guhertina xîtaba Tirkiyeyê gelek faktorên wê hene. Ya yekemîn zêdebûna komkujiyên Îsraîlê li Xezayê ku vê dawiyê bi awayekî diyar fişar li raya giştî ya Tirkiyeyê kiriye. Beşeke mezin a kolana Tirk, alîgirê doza Filistînê ye. Ev hişt Erdogan fêm bike ku heke helwesta xwe neguhere dê di hilbijartinên şaredariyan de bi bin keve. Ji ber wê navbeynkarî pêşniyar kir. Yanî em dikarin bêjin ku Erdogan ji bo ku kolana Tirk a bi hêrs, razî bike, berteka xwe ya li hember Îsraîlê zêde kir.”

El Seîd behs kir ku sedemeke din heye û wiha got: “Erdogan hewl dide cihê xwe yê herêmî ku di salên borî de ava kiriye biparêze. Wî cihî, ji bo berjewendiyên hin dewletên ku helwestên wan li hember Xezayê ji ya Tirkiyeyê baştir bûn, ji dest nede.”

Lêkolerê ji Misirê diyar kir ku helwesta Tirkiyeyê tenê di xîtabê de hatiye guhertin lê di pratîkê de tu girtek nehatine girtin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Erdogan bi nêzîkbûna hilbijartinan re, nexwest populariya xwe ji dest bide, ji ber wê tawanbarkirina Hemasê bi terorê derewand û got Tirkiye xwe amade dike ku Îsraîlê wek dewleteke sûcdarê şer ragihîne beyî ku gavên din aşkera bike. Ji ber wê, ew dixwaza kolana Tirk û ya îslamî razî bike û ji wê zêdetir tiştek din tune ye.”

HEVKARIYA EWLEHÎ Û ÎSTIXBARATÎ

El Seîd ev li ser vê mijarê wiha got: "Tedbîrên dewleta Tirk li ser erdê hema bêje tune ne, her wiha hîna têkiliyên aborî yên di navbera dewleta Tirk û Îsraîlê de xurt in û dewleta Tirk ji dewletên herî zêde dan û standinan bi endustiriyên leşkerî yên Îsraîlê re dike. Hevkariyeke îstîxbaratî û ewlehî di nava her du dewletan de dewam dike."

El Seîd diyar kir ku piştî xîtaba Erdogan tişt li ser erdê nehat guhartin, ruxmî îtiraza Îsraîlê ji înkarkirina terorê ji Hamas re, lê baş dizane ku têkilî hîna bi Tirkiyeyê re nehatiye qutkirin, hêsan e mijar wekî berê vegerin.

Lêkolerê Misirî anî ziman ku dê têkilî bi awayekî xwezayî dewam bikin û dê dewleta Tirk têkiliya xwe ya aborî û leşkerî bi Îsraîlê re biparêze û wiha got: "Dibe ku hin gotegotên çapemeniyê hebe, lê nagihînin asta boykotkirin an jî guhartina têkiliyên xwezayî li ser erdê. Dewleta Tirk ji berteka Amerîka û Ewropayê metirsîdar e, rumxî ku Erdogan di heman roja lidarxistina lûtkeya Qahîre ya Aştiyê de ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê beşdar bûbû, li navedna NATO′yê bû."

El Seîd destnîşan kir ku tevahî dizanin ku dewleta Tirk tiştekî nake, heta nîşanên li ser tedbîrên şikandina dorpêça li ser Xezayê jî di xîtaba Tirkiyeyê de mîna Erdogan di 2018′an de kirine, tune ne. Dema Îsraîlê 16′ê Filistînî di meşên vegerê de qetil kiribûn wê demê dewleta Tirk serokwezîrê Îsraîlê bi terorê wesif kir. Lê îro li dijî Filistînê Îsraîl komkujiyan pêk tîne û heta niha nêzî 10 hezar filistînî qetil kirine, tu xîtabên bi vî rengî tune ne.

Lêkolerê ji misirê yê kar û barên Tirkiyeyê Osama El Seîd wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev hemû nîşan didin ku helwesta Tirkiyeyê axaftinan derbas nake û ji wê bilindtir nabe. Di heman demê de jî zêdekirina Îsraîlê ya ji operasyonên xwe li dijî welatiyan re û guhartina helwesta herêmî yên hin dewletan dibe ku di pêşerojê de bandorê li ser helwesta Tirkiyeyê bike û hin guhartin çêbin, lê heta vê kêliyê de tenê axaftin in."

(şx-fr) ‎