Sûriye, Lubnan û Xezayê manşetên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî diyar kir ku bûyerên li Sûriyeyê  îsbat kirin ku cudahiyek mezin di navbera hişmendiya gel û hişmeya beşa ku bi analîzên teorîk ve mijul e de heye. Rojnameyan îşaret pê kirin ku siyaseta dorpêç û birçîkirinê ya li Xezayê niştecihên wê bi gefa mirinê re rû bi rû dihêle.

Sûriye, Lubnan û Xezayê manşetên rojnameyên erebî ne
28 tebax, 2025   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih dan pirsgirêka ku gelê Sûriyeyê pê re rû bi rû ye, siberoja hêzên UNIFIL’ê li Lubnanê, her wiha siyaseta ambargo û birçîkirinê ya li Xezayê.

LI SÛRIYEYÊ XWÎN  XUMAV: BEŞEK JI BÎRA CIVAKÎ YA GEL VEQETIYAYE

Rojnameya El Quds El Erebî diyar kir ku cudabûna kûr di navbera hişmendiya gelê Sûriyeyê û hişmendiya beşa modernist de heye û ev nirxandin kir "Hişmendiya gel wateyên azadî û rûmetê ji ezmûna zulm û rizgariyê şekil dane. Beşa modernist şoreşê wekî mijarek teorîk an mijarek akademîk dibîne. "

Rojnameyê diyar kir ku kêliya serketinê ji serketineke siyasî wêdekir ji bo gelê Sûriyeyê bûyerek hebûnî ye, lê beşa navborî ji henaseya civakê veqetiyaye û bi nîqaşên li ser nasname û modernîteyê ve mijûl e.

Li gorî rojnameyê, bîra civakî  ya Sûriyeyiyan ku ji êş û ezmûnên jiyanî çêbûye, sermayeya sembolîk a her projeyek nîştimanî ye, paşguhkirina wê jî dê beşa kevin li derveyî dîrokî bihêle, di heman demê de gel xwedî hêza çêkirina beşên nû ye ku îfadeya gel bikin.

’SIBEROJA HÊZÊN UNIFIL LI LUBNANÊ’

Rojnameya El Xelîc jî cih da siberoja hêzên Neteweyên Yekbûyî li Lubnanê (UNIFIL).

Hate gotin, mîsyona UNIFIL a li Lubnanê ku biryar bû 31’ê Tebaxa îsal de bi dawî dibe, lê salek din hat dirêjkirin, bûye cihê nîqaşan.

Rojnameyê bal kişand ser paşxaneya dîrokî ya UNIFIL’ê ji damezrandina wê di sala 1978’an de, her wiha nîqaşa berdewam ên li ser xwezaya mîsyona wê di navbera parastin aştiyê li gorî biryara 1701’ê û têkiliya di navbera xebata wê ya sînordarkirina çekan di destê dewleta Lubnanê de.

Li gorî rojnameyê, hebûna UNIFIL’ê hişt ku rageşiya li ser sînorê Lubnanê heya radeyekê kêm bike, lê aliyê amerîkî-îsraîlî dibêje ku rola wê êdî ne çalak e. Ev jî pirsan li ser siberoj û istiqrara başûrê Lubannê piştî vekişîna gengaz derdixin pêş.

’REWŞA XEZAYÎYAN SÎNORÊ XEYAL DERBAS DIKE’

Rojnameya El Ayyam a Filistînê jî cih da siyaseta ambargo û birçîkirinê ku Îsraîlê li ser Xezayê dimeşîne. Hate gotin "Rewşa mirovên li Xezayê ya di bin gefê de dişibihe rewşa kesên ku li deverên di bin dagirkirina Îsraîlê de mane. Kesên ku diçin kamyonên alîkariyê, an bi kîsikek ard an jî bi kîsikek xwarinê vedigerin, li ku derê dibin û çi bikin mirin li dû wan e." (bb)