Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî ya bi dirûşmeya; ‘Bi rêxistin û têkoşînê emê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ bi beşdariya nêzî du sed jinên Êzidî û Ereb pêktê.

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî destpê kir
28 tebax, 2025   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Apo di peyama xwe ya Îmraliyê de peyamek dabû û gotibû, ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wê herî zêde ji bo Êzidiyan bibe ronesans. Piştî konferansa Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan ya Şengalê, îro, komxebata jin ya li ser rola jin di ronesansê de li Geliyê Kersê ya Şengalê destpêkir.

Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi cil û bergên xwe yên gelêrî û bi eleqeyeke mezin herikîn salona komxebatê. Komxebat saet 09.30’an destpêkir û wê heya saetên êvarê dewam bike.

Komxebat ku bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) pêktê, bi deqîqeyek rêzgirtin destpêkir û bi axaftina vekirinê ya Berdevka Dîplomasiyê ya TAJÊ Sûham Şengalî dewam kir.

Sûham Şengalî destpêkê xêrhatina mêvan û dayîkan kir û komxebatê li hemû beşdaran pîroz kir. Sûham Şengalî di destpêka axaftina xwede qurbaniyên fermanê û berxwedana Şengalê jî bi bîranî û wiha dewam kir: “Bi pêşengiya Rêber Apo, li welat û derveyî welat gelek guhertinên mezin çêdibin. Em di vê komxebatê de bi navê jinên Êzidî û civaka Êzidî silav ji Şengalê heya Îmraliyê dişînin. Yê hişt Êzidî xwe li ser axa xwe rêxistin bike û bijî, Rêber Apo bû. Di serdema nû de Rêber Apo bareke giran da ser milê jinên Êzidî û pêşengiyê da wê. Wê bi pêkanîna ronesansa li Şengalê bikarin, pêşengiyê ji hemû gelên Rojhilata Navîn re bike.”

Sûham Şengalî di beşa dawî ya axaftina xwe de îşaret bi girîngiya azadiya fizîkî ya Rêber Apo kir û got: “Bawer dikim emê di vê komxebatê de nîqaşên girîng bimeşînin û jin wê pêşengiyê ji guhertinên civakî re bikin. Pêvajoya ku em têre derbas dibin, girînge ku em pêşengiyê jêre bikin. Em dixwazin weke jinên Êzidî bi awayeke azad diyalog bi Rêber Apo re bikin û pêre azad bijîn. Em daxwaza azadiya fizîkî ya Rêbertiyê dikin û emê bibin parçeyeke girîng ya têkoşîna azadiya Rêber Apo. Vê komxebatê di serî de li Rêber Apo û jinan pîroz dikin.’’

Piştî axaftina Sûham Şengalî peyama Rêber Apo ya ji bo Êzidiyan bi şêwazê sînevîzyon tê temaşekirin.

Dê di komxebatê de 3 semîner werin dayîn.

Semînera Yekemîn: Sosyolojiya jinên Êzidî

  a-Di dîrokê de jinên Êzidî

  b-Bandora zihniyeta cinsiyetperestiya li ser jin û civakê

Semînera Duyemîn: Bandora fermanan li ser jinên Êzidî

a-Ferman û piştî fermanan rewşa jinên Êzidî

b-Bandora koçberî û jiyana li kampan

c-Piştî fermanê jin çawa xwe birexistin kirin û parastin

Semînera Sêyemîn: Di ronesansa civaka Êzidî de rola jinên Êzidî

a-Banga aştî û civaka demokratîk em ê çawa fêm bikin

b-Banga aştî û civaka demokratîk  û rola jinên Êzidî

Her wiha dê di komxebatê de peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine jî werin xwendin û temaşekirin.