‘Berxwedana gel û şervanan a li bendava Tişrînê dê bibe dîrok’

Şêniyên kantona Cizirê ku li bendava Tişrînê 4 rojan nobet girt, diyar kir ku berxwedana gel û şervanên QSD, YPG û YPJ'ê berxwedaneke dîrokî ye û bi wê berxwedanê dê êrişên dewleta Tirk têk bibin.

15 ÇILE, 2025   07:35
HESEKÊ

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirinê jî 8ˈê Kanûna 2024ˈan ve bi dijwarî êrişî Bendava Tişrînê û derdora wê dike. Bi armanca parastina bendavê û nîşandana nerazîbûnê li hember êrişan, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkhateyên xwe berê xwe da bendavê û nobetê digirin.

Di 8'ê Çileyê de bi hezaran gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastin Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya xwe ya li hember êrişan, berê xwe da bendava Tişrînê û li wir nobet girt. Di 10'ê Çileyê de jî karwanekî şêniyên kantona Cizîrê berê xwe dabû bendavê. Piştî 4 rojan ji nobetê şêniyên kantona Cizîrê ji nobetê vegeriyan.

Şêniyên kantona Cizirê ku ji bendava Tişrînê vegeriyane, ji ajansa me re axivîn.

Fediye Mehmûd Şêxo diyar kir ku 4 rojên wê li bendava Tişrînê bi nobedariyê derbas bûn û got berxwedaneke herî xurt li bendava Tişrînê tê meşandin û wiha domand: "Şervanên me rexmî birîndariya xwe di bendava Tişrînê de li ber xwe didin.  Em jî çûn bendava Tişrînê ji bo ku em pêşgiriya zarokên xwe bikin, lê dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî me dikirin. Di her kêliyê de komên ku derbasî bendavê dibûn rastî êrişên dewleta Tirk dihatin. Me li wir bi berxwedana xwe pişgiriya zarokên xwe kir. Her wiha em tu carî du ji hêza xwe venagerin. Em şopdarî rêya şehîdên xwe ne. Tu carî em ji tang û topên dewleta Tirk natirsin. Bendava Tişrînê ji bo me hebûn e."

Fediyeyê bêdengiya rêxistinên navenetewî şermezar kir û wiha anî ziman: “Rêxistinên navneteweyî li hember sûc û kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê bê deng in. Bi bêdengiya xwe dibin hevkarên dewleta Tirk. Eger li hember van kiryaran ne bê deng bûna, ev êriş li ser bendava Tişrînê pêk nedihatin."

‘ŞERVAN Û GEL BERXWEDANEKE DÎROKÎ DIKIN’

Fatme Keleş destnîşan kir ku li bendava Tişrînê berxwedaneke dîrokî heye, berxwedana şervanên QSD, YPG û YPJ'ê tevahî êrişên çeteyan têk dibin.

Fatmeyê diyar kir ku şêniyên kantona Cizîrê piştî 4 rojan ji nobetê vegeriyan malên xwe, lê li bendava Tişrînê berxwedana gel berdewam e û wiha got: “Bendava Tişrînê kantonên Cizîrê û Firatê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hev ve girê dide. Dewleta Tirk jî dixwaze van herêmên ji hev qut bike. Dixwaze bajarên me dagir bike. Lê belê ev gel ne gelê berê ye. Wê li hember dagirkeriyê û êrişên dewleta Tirk li ber xwe bide. Em li ser bingeha biratiya gelan a ku Rêber Apo ji bo gelan pêşkêş kiriye, tê dikoşin.”

Elî Salêh jî wiha got: “Dema ku em gihaştin bendava Tişrînê û me şervanên xwe dîtin, hem wan ji me moral girt, hem jî me ji berxwedana wan moral girt. Tu carî vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nayê şikandin."

(zş)

ANHA