‘Divê piştgiriya perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan were kirin’

Rûspiyê êla Teya Hewas Cidê got ew piştgiriya perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên sepandina aştiyê dike û diyar kir ku nirxandina van perspektîfan ji aliyê tevahî gelan ve, gelekî girîng e.

‘Divê piştgiriya perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan were kirin’
5 ÇILE, 2025   03:10
QAMIŞLO
KELSÛME ELÎ

Şandeyeke DEM Partiyê 28`ê Kanûnê çû Îmraliyê û bi rêber Abdullah Ocalan re civiya. Dûre şandeyê perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê çareserkirina pirsgirêka Kurd û aloziyên li Rojhilata Navîn û sepandina aştiyê de, parve kirin.

Rûspiyê êla Teya li Dêrikê Hewas Cidê têkildarî mijarê got nirxandin û analîzkirina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji bo sepandina aştiyê gelekî girîng in.

Hewas Cidê destnîşan kir ku divê piştgiriya van perspektîfan bê kirin û wiha domand: "Em ê bi hemû rêbazan piştgiriya van perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên der barê aştiyê de bikin. Ev ne tenê erka gelê Kurd e lê erka her kesî ye ku banga aştiyê û demokrasiyê dike û hewl dide nîjadperestiyê û newekheviya di navbera gelan de bi dawî bike."

Cidê ev li gotinên xwe zêde kir: "Ev ne cara yekemîn e ku Rêber Abdullah Ocalan banga atşiyê û diyalogê dike. Banga danîna çekê û parastina civakan ji rijandina xwînê dike. Lê gelek caran bang kiriye. Dewleta Tirk vê yekê red dike. Pergala wê xwîndar û nijadperest e, dixwaze dagirkeriya xwe li cîhanê firehtir bike û çeteyên xwe li her derê belav bike."

Cidê di dawiyê de got: "Banga me ji tevahî gelan re ew e ku perspektîfên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo sepandina aştiyê li Rojhilata Navîn û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, baş binirxînin."

Her wiha got: "Divê NY û Koalîsyona Navneteweyî projeya aştiyê ya Rêber Abdullah Ocalan li dewleta Tirk ferz bikin."

(şx/k)

ANHA