SOHR: Di 24 saetan de 12 kes hatin kuştin

Li herêmên desthilata Şamê û herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk de di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 12 kes hatin kuştin.

SOHR: Di 24 saetan de 12 kes hatin kuştin
18 gulan, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 12 kes ji ber tevlihevî û êrişan hatin kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li taxa Heyderiyê yê bajarê Helebê 5 kes hatin kuştin, ya ji wan dema ku hêzên ewlehiya desthilata Samê xwestin wî bigirin, xwe teqand. Li devera Eşrefiya Sehnaya ya gundewarê Şamê di şerê li dijî desthilata Şamê de kesekî Durzî hat kuştin. Li bajarê Hemayê jî zarokek ji ber teqandina bêserûber a çekan jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê da zanîn ku li bajarokê Dûma yê gundewarê Şamê ji ber teqîna bombeyekê ya bermahiyên şer di malê de jinek û ciwanek hatin kuştin. Her wiha ragihand ku li bajarê Sifêra yê gundewarê rojhilatê Helebê jî kesek di êrişa çekdarên nenas ên li herêmên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk a dagirker de hat kuştin.

SOHR’ê destnîşan kir ku li bajarê Misyafê yê Hemayê komeke çekdar a nenas kesek gulebaran kir û wî qetil kir. Li taxa Cibêlê ya bajarê Dêrazorê jî kese di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

(bb)