Sunniyên Siwêdayê fitne red kirin û banga hevgirtinê kir

Welatiyên Sunnî yên Cebel El Ereb (Çiyayê Ereban) hewldanên derxistina fitneyê û provokasyonê red kirin û banga hevgirtin û yekitiyê kir.

Sunniyên Siwêdayê fitne red kirin û banga hevgirtinê kir
5 gulan, 2025   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Hin rûpelên biguman li ser medyaya civakî îdia kirin ku Durziyên bajarê Siwêdayê mizgeftên bajêr dorpêç kirine û nahêlin muslimanên sunnî nimêjê bikin.

Rûpelan dîmenên şewateke mezin belav kir û îdia kirin ku ew şewat li herêmên koçeran ên parêzgeha Siwêdayê ye, lê belê piştre hat zanîn ku ew dîmen di 2012'an de li bajarê Humsê hatiye girtin.

Der barê vê de, welatiyên sunnî yên bi navê Al Nesar ên li Cebel El Ereb (Çiyayê Ereban) ê Siwêdayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hewldanên derxistina fitneyan û provokasyonê hatin redkirin û hat diyarkirin ku Al Nesar û Benî Marûf (ên Durzî) ji zêdetirî 200 salan ve yek in û di gelek zehmetiyan de hevkarên hev in.

Daxuyaniyê hişyarî ji bo berdewamkirina derxistina fitneyên mezhebî bi rêya parvekirinên provokasyonê da, ku di wan parvekirinan de tê îdiakirin ku mizgeft û taxên sunnî yên li parêzgehê hatine dorpêçkirin. Lê Al Nesar van îdiayên derewîn red û şermezar dikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin Al Nesar û Benî Marûf wê her tim ji bo parastina Cebel El Ereb li hemberî fitne û provokasyonan yek bin.

(mh/fr)