Siwêda mijara sereke ya civîna wezîrên Îsraîl û Sûriyeyê bû

Rewşa li Siwêdayê mijara sereke ya civîna li Parîsê ya di navbera wezîrê karên serve yê Îsraîlê Ron Dermer û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şêbanî de bû.

Siwêda mijara sereke ya civîna wezîrên Îsraîl û Sûriyeyê bû
20 tebax, 2025   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SANA’yê di dan û standinan de mijarên kêmkirina aloziya li başûrê Sûriyeyê û gihaştina lihevkirinên ku dê piştgiriyê bidin aramiya herêmê û şopandina agirbesta li Siwêdayê, hatin gotûbêjkirin.

Ev hevdîtin piştî hevdîtinên ku El Şêbanî di nîvê mehê de li Emmanê bi hevpîşeyê xwe yê Urdunê Eymen Sefadî û nûnerê amerîkî Thomas Barrack re kiribûn, pêk hat.

Di hevdîtinên li Emmanê de aliyan li hev kir ku komeke xebatê ya Sûriye-Urdun-Amerîkayê ava bikin da ku piştgiriyê bidin hewldanên agirbestê li Siwêdayê û çareseriyeke berfireh ji bo krîzê peyda bikin.

Di 13`ê Tîrmehê de hêzên hikumeta veguhêz li Sûriyeyê û çekdarên eşîran ên nêzî hikumetê êrişî herêma Siwêdayê kiribû û di nvbera wan û çekdarên Durzî de şer û pevçûnên dijwar rû dan, di encamê  de bi sedan kes hatin kuştin. Piştî van êrişan Îsraîlê li dijî hêzên hikumetê piştgiriya Durziyan kir û li hin deveran ew bombebaran kirin.

(k)