Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev

Şirîkên AKP-MHP’ê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî û Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê Zekeriya Yapicioglû hatin gel hev.

Şirîkên AKP-MHP'ê li Hewlêrê hatin gel hev
4 îlon, 2024   14:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê HUDA-PAR’ê Zekeriya Yapicioglû ku ji lîsteyên AKP’ê hatibû hilbijartin û şandeyeke pê re, duh çûn serdana Herêma Federe ya Kurdistanê. Yapicioglû û şandeya pê re li Selahaddînê (Pîrmam) bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re civiyan.

 Nehat zanîn bê ka di hevdîtinê de li ser çi hatiye axaftin. Yapicioglû têkildarî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal a X’ê got ku di hevdîtinê de li ser pêwendiyên her du partiyan û geşedanên li herêmê axivîne.