Li Dukan wesayîtek hate bombebarankirin: 3 kes şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov, li sînorê Xelekan wesayîtek sivîlan bombebaran kir. Di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn.

Li Dukan wesayîtek hate bombebarankirin: 3 kes şehîd bûn
4 îlon, 2024   14:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Rojnews’ê dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov û bi çek, li ser rêya Xelekan-Kanî Wetman ya dikeve li sînorê navçeya Dûkan ya girêdayî parêzgeha Silêmaniyê, wesayîtek bombebaran kir.

Di derbarê êrişê de Rêveberê Nexweşxaneya Xelekan Melbend Mihemed ragihand ku di encama êrişê de 3 kes şehîd bûn.

Hêjayî gotinêye ku êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker ya li nav xaka Herêma Kurdistanê û hedefgirtina welatî û azadîxwazan her ku diçe berfirehtir dibe. Lê hikûmeta Iraqê û hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê li şûna ku bertek û helwestên cidî û pratîk li hemberî van êriş û dagirkeriyê raber bikin, bi awayekî eşkere yan jî veşartî hevkariya dewleta Tirk a dagirker dikin.

Herî dawî jî duh di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de ya li gundê Mêrge Hewş yê li zozanên Sinînê welatiyek şehîd bû. Ji serê salê li gel şehîdên êrişa îro 20 kes di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û 12 kes jî birîndar bûne.