Li Dêrazorê 21 firoşkar û bazirganên narkotîkê hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 21 firoşkar û bazirganên narkotîkê li kantona Dêrazorê girtin û gelek çek û cebilxane bi wan re hatin desteserkirin.

Li Dêrazorê 21 firoşkar û bazirganên narkotîkê hatin girtin
4 îlon, 2024   13:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên me yên li dijî madeyên hişbirê di çend rojên borî de piştî şopandin û komkirina zanyariyan, gelek mudaheme li ser cihên hin kesên ku aşkera bûne ku destê wan di firotin û belavkirina madeyên hişbir de heye, pêk anîn.

Di encama mudahemeyên taybet ên hêzên me de 21 firoşkar û belavkarên madeyên hişbir hatin girtin û miqdarên cur bi cur ji madeyên hişbir, çek û amûr hatin desteserkirin, ew jî ev in:

- Hezar û 7 gram mîsa krîstal (H-Bûz)
- 40 hebên Captagon
- Milyonek lîreyên sûrî
- Heşîşa hişbir
- 5 hebên hişbir

Li gel wan ev çek jî hatin desteserkirin:

- 2 narincok
- 3 damanceyên 9 mm
- 9 mermiyên damanceya 9 mm
- Kalaşnîkovek û cercûra wêî tevî 30 mermiyan
- 2 tivingên nêçîrê
- 9 Amprên peywendiyê
- Alavên çêkirina qelûnên mîsa krîstal

Di lêpirsînên destpêkê de girtî li xwe mikur hatin û hêzên me jî lêpirsînan li gel wan temam dikin û wan ji dadgehê re dişînin.

Hêzên me bi armanca parastina civakê ji metirsiya vê nexweşiyê û pêşîgirtina li belavbûna wê li herêmên me, rola gel di ragihandina çalakiyên têkildarî bazirganiya madeyên hişbir an jî belavkirina wê de girîng dibînin.”

(şx)